image

PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 17ê Mijdarê di çarçoveya danûstandinên li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, serdana Silêmaniyê kiribû û bi YNK û Tevgera Goran re civiyabû.

Şanda PDKê di hevdîtinên hefteya borî de, li ser awayê beşdarbûna hikûmetê û diyarkirina kabîneya hikûmetê peyama xwe ya ji bo avakirina hikûmetê gihandibû herdu partiyan.

Hat zanîn ku PDK beriya dest bi gereke nû ya danûstandina ligel YNK û Tevgera Goranê bike, li benda bersiva wan e.

Li gor zanyariyan Tevgera Goran dixwaze yek ji cîgirên serokwezîr werbigire û YNK jî hem cîgirê serokwezîr hem jî seroktiya parlamentoyê dixwaze.

PDK jî dixwaze her partiyeke beşdarê hikûmetê li gor giraniya kursiyên xwe beşdariyê di kabîneya nû de bike.

Di hilbijartinên 30yê Îlona 2018an ên Kurdistanê de, PDK bi 45 kursiyan bûbû partiya yekem, YNKê 21 kursî, Tevgera Goran 12 kursî, Nifşa Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Hevpeymaniya Îslahê 5 kursî, Hevpeymaniya Serdem û Lîsteya Azad jî her yek ji wan kursiyek bi dest xistibûn.

Partiya Komînîstên Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê beriya niha biryar dabûn ku ew beşdarî kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nabin.

Piştî serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û piştgiriya xurt a bo PDKê ji aliyê hêzên siyasî yên Iraqê ve, tê çaverêkirin li demeke nêzîk hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê were avakirin û dest bi kar û barên xwe bike.