image

PeyamaKurd- Bi gor agahdariyên ku gihîştine PeyamaKurd, Lahor Talabani maweyek dirêje ligel rayedarên Tirkiyê pêwendiyên veşartî birêve dibe.

Wek tê zanîn, ta berî maweyek kurt, hêzên asayiş û zanyarî li Silêmanî piştevaniya çalakiyên PKK dikirin. Bi taybetî di salên 2016-2017 de hinek çalakiyên taybet bi alikariya Lahor Talabanî pêkhatibun.

Yek ji van çalakiyên herî grîng esîrgirtina çend neferên MITê li derdora bajarê Silêmanî pêkhatibu. Tê gotin, ku esîrgirtina neferên MITê ji aliyê PKK bê alikariya Lahor Talabanî pêknedihat.

Ev nêzîkbuna Lahor Talabanî li ba rayedarên Tirkiyê bu sedema nerazîbuniyê û Tirkan li hember YNK helwest girt. Yek ji helwestên ber çav, hê jî seferên Geştên Ezmanî ya Tirkiyê(THY) jibo Silêmaniyê nehatine destpêkirin.

Bi gor agahiyên ku gihiştine PeyamaKurd, Lahor Talabanî nuha bi hemu hêza xwe hewl dide ku pêşiya çalakiyên PKK bigre. Jibona wê, berî 2 rojan kurê Mam Celal Qûbad Talebanî bi mebesta xweşkirina têkiliyên bi Tirkiyê re, qedexekirina hemu cure çalakiyên dezgehên nêzîkî PKKê ragihandibu.

Lê hewldana herî balkêş, ji aliyê Lahor Talabanî çêbuye, ku Lahor ne tenê PKK berpirsên PYD jî komkirine ba xwe wan bi gotina ; „Eger hun bê min gavek bavêjin, ezê çavên we derbînim!“ tehdît kiriye.