image

PeyamaKurd – Tirkiyê piştî destpêka şer û krîza Sûriyê ya 2011an, ji sala 2016an ve li ser axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi hêza xwe ya leşkerî û komên çekdar hebûna xwe sepandiye. Herwiha dem bi dem bi operasyonên navên cuda û hincetên terorê jî tevgera xwe ya leşkerî berdewam dike.

Tirkiye rûbereke mezin ji erda Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kontrol dike

Li gorî amaran Tirkiye niha li nav erda Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rûbereke, bi qasî 8 hezar û 835 km² kontrol dike û zêdetirî 1000 niştîngeh jî di bin dagirkeriya artêşa Tirkiye û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê de ne.

Ji 2016an ve Tirkiye beşek mezin ji herêmê kontrol dike

Artêşa Tirkiyê sala 2016an bi piştevaniya komên çekdar ên bi ser rêxistina Îxwanan (Birayên Misilman) dest bi operasyonên dagirkirina erdên Sûriyê kir û bi navê Operasyona Kaniya Aştiyê li bajarokên Bab, Ezaz û Cerablûsê yên Idlibê kontrola xwe pêk anî.

Piştre jî Tirkiyê dîsa bi navê operasyona Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Firatê jî di salên 2018 û 2019an da, herêmên Rojavayê Kurdistanê yên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin.

Civaka navdewletî daxwaza ‘Herêma Tampon’ ya Tirkiyê red kiribû

Beriya wan operasyonan Tirkiyê ji civaka navdewletî daxwaza avakirina herêmeke tampon kiribû û xwestibû di wê herêmê de penaberan bicih bike û herwiha sînorê ligel Rojavayê Kurdistanê jî bigire daku gefên hêzên kurdî li ser wan nemînin.

Ev daxwazên Tirkiyê heta niha jî ji aliyê Rûsya, Îran, rejîma Sûriyê û Amerîkayê ve nehatine qebûlkirin, lê Tirkiye di berdewamkirina operasyonên leşkerî de rijd e û niha jî dixwaze planeke nû ya bicihkirina penaberan û êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê wan daxwazên xwe bicih werîne.

Bajarên dagirkirî yekser ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin

Herêmên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê niha di bin kontrola Tirkiyê de ne, yekser wekî bajarên bi ser Tirkiyê ve têne birêvebirin û girêdayî parêzgehên Hatay û Rihayê karûbarên wan ên fermî têne meşandin.

Tirkiye her çiqas ji civaka navdewletî re dibêje; ew ne ji bo dagirkirinê li Sûriyê ye û tenê aramî û îstiqrarê pêk tîne jî ji ber kiryar û binpêkirinên li wan herêman baweriyê nade aliyekî.

Demografiya herêmên kontrola Tirkiyê tê guhertin

Bi taybet li bajarên dagirkirî yên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji perwerdehiya Tirkî bigirin û heta sepandin û ferzkirina çand û neteweya Tirk proseyek tê meşandin ku herwiha demografiya wan herêmên kurdî jî li gorî raporên medyayî ji sedî 60-70 ber bi erebkirin û tirkkirinê ve hatiye guhertin.

Binpêkirinên têne kirin di raporên NY de jî cî girtin, lê…

Li herêma Efrînê li şûna aramiyê ji sala 2018an ve raporên dizî, talan, kuştin, revandin û binpêkirinên din ên mafên mirovan belav dibin ku heta Neteweyên Yekbûyî jî li ser wan kiryaran rapor weşandine, lê heta niha jî bertekeke navnetewî li dijî Tirkiye û komên çekdar nehatiye nîşandan.

Êdî kurdî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bûye zimanekî biyanî

Herwiha li herêmên Kurdî yên hatine dagirkirin, zimanê Kurdî ji nav perwerdehiyê derketiye û li gorî dîmen û nûçeyên belav dibin, di dibistanên bi navên Tirkî de, êdî perwerdehiya Tirkî tê dayîn û çanda tirkî fêrî xwendekaran dikin. Yanî xwediyê wan bajaran ligel zimanê xwe bûne biyaniyên wan bajarên Rojavayê Kurdistanê. Dîsa mamosteyên berê bi kurdî ders didan jî ji wan deverên dagirkirî hatine dûrxistin, yan jî bi tohmetên cuda yên wekî piştevanên hêzên kurdî yên rojava ne, hatine girtin.

Nasnameyên bajarên Kurdî bi temamî hatin guhertin

Li bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku xwedî nasnameyên kurdî bûn, niha tenê komên çekdar û malbatên wan bûne xwedî serwerî û nasnameyên wan bajaran bi temamî hatine guhertin.

Tirkiye ketina nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê her çiqas wekî dagirkirin qebûl nake jî li erdê tiştê xuya dike û raporên navdewletî yên têne weşandin, dagirkireyê pesend dikin ku ti niyeteke Tirkiyê nîne ji wan herêman vekişe.

Plana nû temamkirina xeta Til Rifat û Minbicê ye

Niha jî artêşa Tirkiyê piştî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ligel komên çekdar plan û amadekariyên operasyoneke nû li ser deverên Minbic û Til Rifatê dike ku ew herêmên erebnişîn jî nîvî nîvî di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hezên rejîma Beşar Esed û komên îranî yên piştevanîn wan de ne.

Tirkiye ne tenê bi hincetên hebûna PYD/PKK/YPG/HSD li Rojavayê Kurdistanê, herwiha dixwaze herêmeke mezin a Sûriyê wekî tampon ji bo opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî xwe tê de bicih bike di nav hewldanan de ye.

Hikûmeta Opozîsyonê girêdayî parêzgariyên Tirkiyê kar dike

Tirkiyê niha Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê ku Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) ya ji komên çekdarên cuda pêk tê di nav de cî digirin, li wan herêmên kontrola xwe bicih kiriye û bi navê Rêveberiyên Xwecihî jî ew dever têne birêvebirin ku hemû berpirs û rayedarên wan ji aliyê deshilata Tirkiye û parêzgariyên bajarên wekî Hatay û Rihayê ve têne diyarkirin.

Dixwazin dewleta Osmanî vejînin, lê welatên Ereb li dijî ne!

Li herêmên deshilata Tirkiyê de, hewl tê dayîn ku dewleta Osmanî were vejandin û xebatên Neo Osmanî li ser erda erebî têne meşandin ku her diçe ev hewldanên Tirkiyê rastî nerazîbûnên zêde yên welatên erebî jî tên.

Tirkiye li wan herêmên Sûriyê yên ku tê de serweriya xwe ya leşkerî û siyasî sepandiye, li gorî daxuyanî, merasîm û peyamên dide wan herêman wek erda xwe ya dîrokî ya sed salan nîşan dike û hemû sîstema xwe ligel al û sembolên xwe bicih dike.

Tirkiye li herêmên dagirkirî bazirganiyê dike û lîreyê Tirk bikar tîne

Di heman demê de, Tirkiye wan herêmên xistine kontrola xwe wek cihê bazirganiyê dibîne û li şûna diravê Sûrî jî lîreyê Tirkî tê bikaranîn. Ji Tirkiyeyê her cûre kelûpelên bazirganî û xwarinê li wan herêman têne bikaranîn ku herwiha çavkaniyên wan deveran jî bo Tirkiyê têne veguhestin.

Wek mînak; ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve zeyta Efrînê ji ser Tirkiyê ve derbasî bazarên Tirkiye û Ewropayê dibe û komên çekdar jî ji wê zeytê komîsyon û bacên xwe distînin. Herwiha gelek mînakên din yên bazirganiya bi destê Tirkiyê li herêmê tê kirin, di raporên medyayî de jî belav dibe ku ev jixwe nayê veşartin.

Tirkiye, Rûsya-Îran û Amerîkayê Sûriye dabeş kirine

Tirkiye bi vî awayî dixwaze, ligel aktorên Rûsya, Îran û Amerîkayê ku piştevaniya HSDê û herêmên Kurdî dike, li herême cihê xwe zexm bike. Tevî ku bi taybet Tirkiye, Rûsya û Îran behsa parastina yekparçeyiya Sûriyê dikin jî her yek ji wan welatan herêmên cuda xistine bin kontrola xwe û di nav xwe de erda Sûriyê dabeş kirine.

Mebesta Tirkiye, Rûsya û Îranê bi parçebûnê tenê Rojavayê Kurdistanê ye

Lê belê wekî di biryarên encamnameyên Lûtkeyên Astana yên her sê welatan de jî diyar dibe, tenê Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakurê Sûriyên yên di bin deshilata hêzên kurdî de, wekî metirsîya parçebûna Sûriyê têne nîşandan û Amerîka jî bi parçekirina Sûriyê tê tohmetbarkirin.

Li herêmên jêr kontrola Tirkiyê ligel kiryarên li jor hatine rêzkirin û sepandina sîstem û çanda Tirkîtiyê, hebûna rêxistinên tundrewên îslamî jî ji bo civaka navdewletî arîşeyên mezin derdixe holê.

Serkirdeyên DAIŞê li nêzîkî sînorên Tirkiyê hatin kuştin

Tevî ku Tirkiye bi gotinên fermî dibêje; ew li Sûriyê li dijî DAIŞ, El Qaîde û hemû rêxistinên terorî şer û têkoşînê dide jî heta niha hejmarek zêde operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi pêşengiya Amerîkayê li deverên sînorî yên Tirkiyê hatine encamdan û serkirdeyên DAIŞ û Qaîdeyê di wan operasyonan de hatine kuştin.

Her çiqas Tirkiye rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ya bi navê berê Cephet-el Nûsra li herêmên dagirkirî rewa dibîne jî bermayiyên DAIŞê di bin sîwana wan de têne parastin û li herêmê bicih bûne.

Wekî mînak; di 27ê Cotmeha 2019an de balafirên Amerîkayê Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî li bakurê Idlibê dûrî çend metreyan ji nuqteyeke hêzên Tirkiyê kuşt û piştî wê bi kêmtirî 3 salan jî, dîsa balafirên Amerîkayê serkirdeyê duyem ê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Qureşî li Ildibê bi operasyoneke taybet kuşt.

Dewleteke din a Xîlafetê li ber çavê cîhanê tê damezrandin

Herwiha hejmarek zêde komên çekdar ên bi Tirkiyê re li wan herêmên Sûriyê kar dikin hene ku piraniya wan di nav lîsteyên terora navdewletî de jî cî digirin, lê seyr e ku civaka navdewletî qet behsa wan komên bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan kirine, nake.

Di nirxandinên pisporan de jî tê diyarkirin ku li wan herêmên kontrola Tirkiyê bi taybet jî li devera Idlib ku HTŞ serwer e bi hevkariya gelek rêxistinên din ên tundrew, piştî têkçûna DAIŞê dewleteke din a Xîlafetê tê damezrandin ku bingeha wê jî hatiye avêtin.