image

PeyamaKurd – Doza Kurdistanê ne tenê ji aliyê dijmin û xernexwazên derveyî ve herwiha ji hundirê xwe ve jî şikestan dixwe û zirarê dibîne. Li aliyekî li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke rizgarî û azadiyê tê meşandin, lê ji aliyekî ve jî rastiyek heye ku hinek derdor ji bo berjewendiyên xwe dixwazin wê têkoşînê û destkeftiyan tune bikin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi pêngavên îstiqrarê û demokrasiyê li herêmê bûye nimuneyeke serkeftî ku ji aliyê welatên Rojava jî girîngî pê tê dayîn. Serkeftina Herêma Kurdistanê di siyaseta Başûrê welêt de xwedî girîngiyeke mezin e ku herwiha hiştiye li qada navnetewî jî rêz jê re bê girtin. Pêşketina aliyên civakî, aborî, siyasî, bajarvanî û gelek babetên din, paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr xistiye nav paytextên pêşketî yên cîhanê.


Daxwaziyên bo Xweseriya Herêmî ji kengî ve ye?

Van rojên dawî bi serkêşiya Lahor Talebanî ‘daxwaziyên bo rêveberiya xweseriya herêmî’ ji nû ve di raya giştî ya Kurdistanê de cî digirin. Her çiqas ji aliyê raya giştî ya Kurdên derveyî Başûrê Kurdistanê de nû hatibe bihîstin jî bingeha vê ne nû ye. Pêwîst nake ji bo fêrbûn û têgihîştina vê mijarê ev vegerin serdema Îbrahîm Ehmed.

Ev daxwaziyeke stratejîk a Newşîrwan Mistefayê ku di salên 1990î de kesê herî bihêz ê nêzîkî Mam Celal bû di nav YNKê de û piştre ji YNKê cuda bûbû û Tevgera Goran damezrandibû. Mistefa her çiqas ji aliyê cografî ve ne guncav bû jî dixwest Silêmaniyê li Şûna Hewlêrê wekî paytexta Herêma Kurdistanê ferz bike.

Lê belê bi Peymana Washingtonê re û bi dawîbûna hikûmeta duserî re, Hewlêr wekî paytexta neguher hat destnîşankirin. Newşîrwan Mistefa jî bi gotinên, ‘Ma çi pîroziyeke Hewlêrê heye bibe paytex?’ li ser nêrîna xwe ya hêrêmparêziya Silêmaniyê israr dikir.


‘Kevneşopa siyaseta herêmcîtiya Silêmaniyê’

Ji bo ku em vê mijara ketiye rojevê baştir fêm bikin û rastiya wê bizanin divê em behsa hin rastiyan bikin. Ev yek jî bingeha xwe ji wan derdorên li Silêmaniyê xwe ronakbîrên hemû Kurdên parçeyên din zanatir û jîrtir dihesibîn distîne.

Ev jî kevneşopeke ji serdema Îbrahîm Ehmed hatiye heta roja îro ye. Ev kevneşopa han niha jî heman wekî berê berdewam e û bandorê li siyaseta Kurdistanî dike.

Yên ku kodên wan ên siyasî bi vê ferasetê hatine nivîsandin nikarin xwe ji Silêmaniyeparêziyê û herêmcîtiyê dûr bixin.

Newşîrwan Mistefa piştî şirîkatiya Mam Celal bi Peymana Washingtonê re ku bi PDKê re bipêş xistibû, ji Mam Celal re dibêje, “Tu zêde tawîzan didî PDKê û Barzaniyan. Te xwe teslîmî wan kiriye” û piştre jî terka YNKê da û Tevgera Goranê ava kir.


‘Ev rêbaz heman wekî xwe didome’

Çend roj berê li ser vê rêbaza mijara gotinê Parlamentarê YNKê Rahî Rehber di daxuyaniyeke xwe de dibêje, “Ti fêde û maneyeke Kurdistaneke bihêz ji bo YNKê nîne. Berjewendiya me ya li Kurdistanê di hebûna du bajarên paytext de heye.”

Ev lîstikên têne dubarekirin berdewama vê yekê ye. Çawa ku di navbera wan û PDK û Barzaniyan de pirsgirêkek çêbibe, dest davêjin vê meseleya berê û karta herêmcîtiya kevneşopî dixin dewrê.


‘Karekî mezin dikeve ser milê PDKê’

Tam jî di vê mijarê de karekî mezin dikeve ser milê PDKê. Lewra divê gelê Silêmaniyê yê Kurd radestî vê derdora ku xwe qaşo rewşenbîr dihesibîne û vê lîstikê dubare dike, neyê kirin.  Her çiqas ku li Silêmaniyê û derdora wê, girseyeke zêde ya PDKê ku ne kêmî ya Hewlêrê ye heye jî PDK di birêxistinkirina wan de ne serkeftî ye.

Ji ber vê jî niha ew qaşo rewşenbîrên ku li şûna medreseyên Kurdistanê li Zanîngehên Bexdayê perwerde bûne, deshilatiya Silêmaniyê bidest xistine û diruvê siyasetê jî li gorî kêfa xwe diguherînin.

Her ku di destê PDKê de karta herî bihêz a Kurdî û xizmetê heye jî di karê propagandayê de kêmasiyên wê hene û ji lewre jî ji xelkê Silêmaniyê dûr dimîne. Tevî ku kanalên ragihandin û medyayê yên wekî Rûdaw û Kurdistan24 ên navdewletî di destê wan de ne.

Ji xwe li wilayetên Kurdistanê yên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji aliyê xizmetguzariyê ve rêveberî û budçeyeke wan a xweser heye. Ji ber vê jî mafê wîlayeta Silêmaniyê heye ji hikumetê cuda bi awayekî azad tevbigere. Herwiha ji xwe şaredariya Silêmaniyê di destê YNK û Goranê de ye. Tevî ku Goranê têra tayînkirina parêzgarê Silêmaniyê deng wergirtibûn jî Lahor û grûba wê ya antî-terorê Goran bêdeng kiribûn.

Ligel vê jî xizmeta ku PDK li bajarên Hewlêr û Duhokê ji xelkê re dike, di asteke wisa zêde de ye ku bi ya Silêmaniyê re nayê beramber kirin. Tevî ku budçeya Silêmaniyê ji ya Hewlêrê zêdetir e jî heta niha jî YNK û Goranê xizmeteke pêwîst pêşkeşî xelkê Silêmaniyê nekirine.

Ji bo daxwaziyên dûrî rastî û mentiqê yên hin rêveberên YNK û Goranê vala bên derxistin, pêwîste PDK jî siyaseteke baş û tendurist li beramberê wan bike, lê mixabin siyaseta PDKê ya bo Silêmaniyê û Kerkûkê ne bi kêr e. Berevajî wê jî hin kadroyên PDKê yên li wan herêman hatine erkdarkirin li şûna fêdeyê zêdetir zirarê didin.