image

PeyamaKurd – Karvedana êrîşa bi moşekên balîstîk a Supaya Pasdarên Îranê ku 13ê Adarê li ser deverên sivîl ên Hewlêrê hatibû kirin, berdewam dike.

Gelek welatan ew êrîş şermezar kir û piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan dan ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e.

Li ser wê êrîşê rojnameya Weten-î Emrûz a Îranê manşeteke balkêş nivîsandiye ku dibêje, “Êrîşa ji Tebrîzê hat kirin Erdogan hejand.”

Di encama êrîşê de moşekên Îranê li xaniyê yek ji xwediyê KAR Grup a Kompaniya Enerjiyê li Herêma Kurdistanê Şêx Baz Berzencî ketibûn û ziyaneke mezin li ser çêbûbû.

 “Îran li ser peymana enerjiyê ya Enqere-Hewlêrê peyamên xwînî dide”

Kompaniya KAR Grupê li ser çêkirina projeya petrol û gaza Kurdistanê peyman girê dane û danûstandinên dîplomatîk ên navbera Enqere û Hewlêrê jî dest pê kiribûn.

Îrana ku her tim di guherînên hevsengiya herêmî de Herêma Kurdistanê dike hedefa xwe vê carê bandora wê li ser Tirkiyê jî çêbû.

Rojnameya Weten-î Emrûz di manşeta xwe de balê dikişîne ser Erdogan û dibêje, “Êrîşa ku ji Tebrîzê hat kirin Erdogan hejand!”

Diyar e ku Îran rêkeftina Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya derbarê petrol û gazê de hezm nake û peyamên xwînî dide Enqere û Hewlêrê ku moşekan davêje ser cihên sivîl ên niştecihbûnê jî.