image

PeyamaKurd - Rojnameya Yenîşafak a Tirkiyê hevpeyvîneke Telal Siloyê Tirkmenê Sûriyê ku dema berdevkiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikir xwe radestî Tirkiyê kiribû belav kir.

Silo di hevpeyvînê de dibêje, bi rêya parêzerên Abdullah Ocalan ji rayedarên Amerîkayê yên li Sûriyê re li ser navê Ocalan hatiye gotin, “Şahîn Cilo (General Mezlûm) welîehdê min e. Heger hûn dixwazin li herêmê mayînde bin, wî biparêzin”.

Silo di hevpeyvînê de îdia dike ku dê êdî navenda nû ya PKKê Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) be û dê rêveberiya berê ya PKKê jî ji aliyê Amerîkayê ve were tesfiyekirin ku Amerîkayê ji ber vê yekê xelat daniye ser rêveberên PKKê Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik.

Silo herwiha dibêje, navê Ferhat Ebdî Şahînê bi nasnav Şahîn Cilo (General Mezlûm) li Sûriyê derxistine pêş daku rêveberiya nû ya PKKê bikişînin Sûriyê û ya berê jî tesfiye bikin.

Telal Silo di hevpeyvînê de herwiha dide xuyakirin ku Amerîka hemû danûstandinên xwe yên pere û radestkirina çekan bi rêya Şahîn Cilo pêk tîne û yekem muxatabê Nûnerê Amerîka yê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Brett McGurk û rayedarên din ên Amerîkî ew e.