image

PeyamaKurd – Daxuyaniyên Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîkayê John Bolton ên derbarê parastina Kurdan de, bûn sedema karvedanê li medya cîhanî.

Bolton doh 6ê Çile beriya serdana Îsraîl û Tirkiyê gotibû, heta ji bo parastina Kurdan peymanek neyê girêdan ew ji Sûriyê venakişin.

Li gor nûçeya Middle East Eye Bolton di wê daxuyaniya xwe de, herwiha diyar kiriye ku dibe 2.000 leşkerên Amerîkayê jî ji Sûriyê neyên kişandin heta ku lihevkirineke çênebe.

Middle East Eye di nûçeya xwe ya derbarê vekişîn û parastina Kurdan de li Sûriyê, dibêje ku Amerîkayê bi zimanekî zelal ji bo Kurdan hişyariyeke daye Tirkiyê û heta ew şertên wan neyên bicîkirin jî hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin.

Tê çaverêkirin Bolton û şanda ligel wî ya ji James Jeffrey û Joseph Dunford pêk tê, îro li Tirkiyê dest bi danûstandinên xwe yên derbarê Sûriyê de bikin.

Hêjayî gotinê ye, Trump û Bolton bi sempatiya xwe ya bo Kurdan jî tên naskirin ku Trump li Îlona sala borî gotibû, “Ez ji wan (Kurdan) pir hez dikim. Ew şervanên mezin in”. Herwiha Bolton jî piştgirû dabû referandûma serxwebûna Kurdistanê û gotibû, “Divê Amerîka ji encama ku derkeve re rêzê bigire.”

 | Nûçe-Werger PeyamaKurd  |