
PeyamaKurd – Ev çend roj in di medya û raya giştî ya Tirkiyê de, nîqaş li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê li hev helalkirinê ango ‘helalî xwestinê’ de têne kirin û herî dawî Selahattîn Demirtaş jî bi nivîseke xwe beşdarî vê nîqaşê bû.
Kemal Kiliçdaroglu, 12ê Mijdarê di daxuyaniyeke xwe de gotibû: “Partiya ku ez seroktiya wê dikim jî heyamên berê xetayên wê çêbûne û bûye sedema birînên kûr li ser civakê. Demeke dirêj min hewl da wê sîstema bûye sedema van birînan biguherînim. Niha dema vegera li derve ye. Ez ji bo dermankirina van birînan derdikevim rêwîtiya helalî xwestinê.”
Niha hîn zû ye mirov li ser bersiva Kurdan a ‘Rêwîtiya helalî xwestinê’ ya Kiliçdaroglu biaxive. Lê belê ne rast e ku Kurd bilez ber bi Kiliçdaroglu de gav bavêjin û destê xwe dirêjî gotina ‘li hev helalkirinê’ bikin. Peyva helalî xwestinê ji bo Kurdan ne hêsan e, lewra di mejî û hişê wan de şopên berê yên xirab hene, ji ber ku gelê Kurd ji deshilata CHPê heta ya AKPê di pêvajoyên awarte û zehmet de derbas bûye, rastî qetlîaman û kuştinên fail nediyar hatiye.
Di demeke ku gotinên Kiliçdaroglu di rojeva Tirkiyê de têne nîqaşkirin de, Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê nivîsek weşand û piştgirîya xwe ya bo ‘rêwîtiya helalî xwestinê’ ya Kiliçdaroglu eşkere kir.
Demirtaş, li ser daxuyaniyên Kiliçdaroglu dibêje, ew ji dil û can piştgiriya wî dike, ji ber ku ew daxuyanî ji bo lihevkirina civakê û aştiyê gelekî girîng e.
Belê bi rastî jî heger ‘li hev helalkirin’ bibe ‘helalî xwestineke’ rastîn xwedî girîngiyekê ye, lê heger li hev helalkirin bi tifaqa partiya Meral Akşener û nijadperestên wekî wan be, ne mimkun e.
Ev daxuyaniyên partiyên siyasî yên Tirkiyê ku di van rojên erefeya hilbijartineke pêşwext de têne dayîn, yan mizgîniya tifaqeke nû yan jî dewama wê ne.
Piştevaniya Demirtaş a bo ‘helalî xwestinê’ nîşaneya derûniya xwe kêm dîtinê ye. Lewra helalî xwestin; ne ji aliyê kesên rastî komkujiyan hatine ve, ji aliyê yên ew komkujî pêk anîne ve bi lêborînxwestin û qerebûkirina qurbaniyan çêdibe.
Wekî ku Almanan bi Cihûyan kiriye; wan ji ber zilma hatiye kirin, ji helalî xwestinê û lêborînê zêdetir tişt kirine. Û hîn jî tezmînatê didin Îsraîlê. Herwiha li gorî destûra bingehîn a Alman yên qetlîama cihûyan înkar bikin têne cezakirin.
Çawa ku ti cihûyek nabêje, xetayên me jî çêbûn werin em li hev helal bikin; Kurdên rastî qetlîaman hatine jî nikarin vê bibêjin. Lewra ev tiştekî gelekî tewş dibe. Ev daxuyaniya Demirtaş şexsî ye, lê di nav civaka Kurd de bi hezaran xwedî nêrînên nêzîkî Demirtaş hene.
Ev kesayetên wisa hatine mezinkirin ku xwe li hember Tirkan biçûk dibînin in. Ahmet Turk di daxuyaniyeke xwe ya sala 2017an de, gotibû; “Em amade ne 17 hezar kuştinên fail nediyar ji bîr bikin”. Ka gelê Kurd ji vê re amade ye? Kurd gelo van daxuyaniyan qebûl dikin? Em her tiştî biborin, gelo ew kurdên rastî wan qetlîaman hatine li hev helalkirinê dixwazin? Bersiva van pirsan, ne di destê siyasetmedar û rûspiyan de ye, tenê di nav miletê Kurd de ye.
Ew kesayet li ser navê Kurdan çi gotin û daxuyaniyan didin bila bidin, Yekem; ev ne tiştekî rast e û gelekî xetarnak e. Duyem; civaka Kurd êdî gotinên siyasetmedaran ên xwe kêm dîtinê û deruniya xwe biçûk dîtinê napejirîne. Ji ber ku Kurd ew milet in ku êş û azar û zilm dîtine.
Derbarê helalî xwestinê de ku tê de tije êş û azarên gelê Kurd hene gotin nagihe kesên wekî Demirtaş û ev ne meseleya wan e.
Ew mesele ya kesên di zindana Diyarbekirê de îşkence dîtine ye, ya malbatên zarokên wan bi navê fail nediyar hatine kuştin e, ya mirovên li Dersîm, Zîlan, Koçgirî û Robozikê hatine qetilkirin e. Herwiha helalî xwestin meseleya Kurdên koka wan rastî jenosîdê hatiye û hatine windakirin e.