image

PeyamaKurd – Neraziyên nav AKPê ku gelekan ji wan di hikûmetên berê de wezîrtî û serokwezîrtî jî kirine, piştî hilbijartinên 31ê Adarê ketin nav liv û tevgerê.

Piştî ku diyar bû AKPê şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Enqere û çend şaredariyên din ên mezin ji dest dane û lawazbûna partiya wan a berê bi vê şikeştina dawî re dest pê kiriye, nerazîyên nav AKPê ku ev demek dirêj e xebatê li ser pêkhateyeke nû dikin jî ketin tevgerê.

Rêveberekî payebilind ê berê di nav AKPê de ku cîgirtiya serokê giştî jî kiriye ji medya tirk re ragihand ku piştî hilbijartinên herêmî pêkahateya nû ya muxalîfên nav AKPê ku Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu serpereştiya wê dike tê ragihandin.

Li gor wî rêveberê berê yê AKPê ku navê xwe nedaye, dê tevî çend wezîrên berê û rêveberên AKPê yên berê, ji partiyên wekî MHP, CHP û IYIPê jî tevlî wê tevgera nû bibin.

Rêveberê AKPê yê berê herwiha ragihand ku dê heta mehekê partiya nû were ragihandin û ji partiyên din jî beşdariyê lê bikin.