
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî çar sal bi ser xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an de derbas bûn, wekî ku soz dabû bi serbilindî bi hildana alên Kurdistanê vegeriya dilê Kurdistanê Kerkûkê.
Ev demek dirêj bû PDK bi rêyên siyasî û dîplomasiyê hewldanên xwe yên bo vegera Kerkûkê û vekirina baregehên xwe yên li Kerkûkê berdewam dikir ku komên Heşda Şeibî dest danîbûn ser baregehên PDKê yên li Kerkûkê û hin deverên din ên Kurdistanî.
Gelê Kurdistanê li benda vegera PDKê ya Kerkûkê bû ku ev 4 sal in ji aliyê rêveberiya sepandî tê birêvebirin û di bin deshilatiya komên çekdarên di banê hêzên Iraqê de ye.
PDKê piştî ku biryar da bi awayekî bihêz beşdarî hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmeha 2021ê yên Parlamentoya Iraqê bibe, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de ji bo vegera Kerkûkê jî lez da xebatên xwe û piştî 4 salan car din bi îhtîşam vegeriya Kerkûkê ku welatî li benda vê pêngavê bûn.
11ê Îlonê li Hewlêra paytext Serok Barzanî bangeşeya hilbijartinan a PDKê ragihand û 12ê Îlona 2021ê roja Yekşemê jî PDK bi awayekî fermî vegeriya Kerkûkê û du baregehên din ên hilbijartinê li Kerkûkê vekirin.
Piştî 4 salan PDK ji aliyê xelkê Kerkûkê ve bi coş hate pêşwazîkirin û careke din alên Kurdistanê Kerkûk xemilandin.
PDKê soza xwe ya vegera bi alên Kurdistanê ya bi rûmet û serbilindî bicih anî û niha jî ji bo serkeftina hilbijartinan û xizmetkirina xelkê Kerkûkê namzed e.
12ê Îlonê ji bo namzedên PDKê yên Kerkûkê Şaxewan Ebdulla û Necwe Kakeyî du baregehên bangeşeya hilbijartinan hatin vekirin ku hezkiriyên PDKê dema vekirina binkeyên hilbijartinê bi ala Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî beşdarî kirin.
Vegera bi vî awayî ya PDKê bo Kerkûkê, car din hêvî da Kurdên Kerkûkê ku di nav zor û zehmetiyan de dijîn û hawara xwe digihînin Serok Barzanî daku wan ji vê rewşa nexwestî rizgar bike.