
PeyamaKurd – Piştî rêkeftina navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ji Kerkûkê vekişiyabûn, careke din vedigerin û vê yekê jî di nav şovenên Ereb û Tirkmenan de nerazîbûneke zêde çêkiriye.
Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kirine du hêzên hevbeş pêk bînin û li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bicih bikin, hinek turkmen û erebên faşîst dijberiya vê yekê dikin û dibêjin, heger Bexda jî razî be ew razî nabin Pêşmerge li Kerkûkê bicih bibe.
Faşîstên Tirk kampanyayên tirkbûna Kerkûkê çêdikin
Serokê Bereya Turkmen ya Iraqê (ITC) Hesen Turan vîdoyek belav kiriye û tê de dijminatiya Kurdan û Pêşmerge dike û dibêje, ew li dijî wê ne Pêşmerge li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî bicih bibin.
Herwiha çend kesayetên din ên diminatiya Kurdan dikin jî ev çend roj in dijatiya xwe ya vegera Pêşmerge dikin û bi taybet li nav şovenên Tirkiyê ku qaşo piştevaniya Turkmenên Kerkûkê dikin jî li ser medya civakî kampanyayên ‘Kerkûk ya Tirkmenan e’ dane destpêkirin û eşkere dijatiya Kurdistanîbûna Kerkûkê û hêzên Pêşmerge dikin.
‘Turkmenên dijberiya Pêşmerge û Kurdistanê dikin ji derve piştgiriyê distînin’
Li ser mijarê Berpirsê Belbenda Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê li Kerkûkê, Resûl Reûf diyar dike ku ‘tenê faşît li dijî vegera Pêşmerge ne’ û dibêje; “Dema hêzên Pêşmerge li Kerkûk û deverên Kurdistanî bûn, tevahiya xelkên wan deveran, bê ferq û cudahî, diparastin. Lê ew a ku em niha dibînin hinek kesên faşîst vê yekê nabînin. Helbet ew nûnertiya raya giştî ya turkmen û ereban nakin, ji ber ku ew her dem dijî kurd û Pêşmerge bûne.”
Resûl Reûf diyar kiriye, niha di nav hikûmetê de turkmen bûne wezîr û wekîl û postên mezin wergirtine, li aliyê din jî hinek turkmen dijberiya Pêşmerge û Kurdistanê dikin. Ew bi piştevaniya hêzên derve vê yekê dikin û rastiyan nabînin.
‘Kerkûk Kurdistanî ye û di hilbijartinan de jî hat dîtin’
Reûf bibîr dixe ku Kerkûk Kurdistanî ye û dibêje, “Kurd li Kerkûkê piranî ne û Kerkûk jî Kurdistanî ye. Ji xwe di hilbijartinên giştî yên Iraqê de jî hat dîtin ku piranî kurd in.”