image

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê hefteya borî ragihandibû ku ew dê destûrê bidin kompanyayên biyanî daku li derveyê cezayên ser rejîma Sûriyê bikarin li Rojavayê Kurdistanê kar bikin ango ji cezayan wan mûaf bigirin û rê li ber veberhênana wan a herêmên derveyî kontrola Hikûmeta Sûriyê vekin.

Li gorî nûçe û agahiyê dawî ji niha ve hejmarek kompaniyên biyanî yên navdewletî berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û dest bi veberhênanê jî kirine ku wekî pêngaveke dîrokî ji bo bihêzkirina rewşa aborî, siyasî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê tê dîtin.

Biryar li civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Fasê hat eşkere kirin

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland biryara Amerîkayê ya destûrdana kompaniyan bo veberhênan û karkirinê li herêmên derveyê kontrola rejîma Esed, di civîna 11ê Gulana 2022yan a Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê de ku li Marakeş a Fasê birêve çûbû eşkere kiribû.

Nuland ragihandibû ku wê Washington destûrnameyeke giştî bide kompanyayên ku veberhênanê li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Hatina kompaniyên navdewletî ji bo Rojavayê Kurdistanê derfeteke zêrîn e

Ev biryara Amerîkayê ji bo avadankirina Rojavayê Kurdistanê wekî derfeteke zêrîn tê dîtin ku bi piştevaniya Amerîka û welatên Ewropî pêk tê.

Bi vê biryarê re ji niha ve hejmarek kompaniyên ewropî berê xwe didin herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.

Tê çaverêkirin bi rêya hatina kompaniyên biyanî re Rojavayê Kurdistanê were avadankirin û bi piştgiriya Amerîka û welatên Ewropayê statûya wê ya piştî krîz û aloziya Sûriyê were piştrastkirin.

Piştevaniya bo Rojava dişibe ya bo Herêma Kurdistanê 

Başûrê Kurdistanê jî bi heman piştgiriya Amerîka û welatên ewropî, di salên borî de rê li ber avadankirina wê bi rêya hatina kompaniyên mezin hatibû vekirin ku niha bajarên Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê pêşketîtir bûne û bi hezaran tûrîst ji Iraqê serdana wan dikin.

Kompaniya navdewletî ya Fransî Lafarge dest bi veberhênanê kir

Hîn hefteyek bi ser ragihandina destûra kompaniyan û veberêhanê ya Amerîkayê de derbas nebûye, lê zanyariyên ku kompaniyên biyanî li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kirine belav bûn.

Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, hêzên Fransî ji nû ve vedigerin baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li dorûbera bajarê Kobaniyê bû û bi biryara Serokê Amerîka yê berê Donald Trump hatibû valakirin.

Herwiha kompaniya Fransî ya Lafarge jî dest bi veberhênana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Kompaniya Lafarge a çîmentoyê ya bi ser kompaniya navdewletî Lafarge Holcim ve ye û li Rojhilata Navîn jî gelek veberêhanên wê hene, ragihandiye ku ew li herêmên Amerîkayê destûr daye dest bi veberhênanê dike.

Li gorî zanyariyan, biryare Lafarge li Rojavayê Kurdistanê nêzî bajarê Kobaniyê kargeheke mezin a çîmentoyê ava bike.

Tê çaverêkirin gelek kompaniyên din ên navdewletî berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê

Piştî biryar û destûra Amerîkayê bo karkirina kompaniyên cîhanî li Rojavayê Kurdistanê, tê çaverêkirin gelek kompaniyên din jî berê xwe bidin herêmê ku ev jî ji bo dahatûya Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya welatên mezin derfeteke zêrîn dide.

Dibe ku projeya anîna penaberan ji Tirkiyê bi ser nekeve

Dema ku Amerîkayê ev biryar ragihand, Tirkiye jî ji bo projeya vegerandina milyonek koçberên Sûriyê ji nû ve anî rojevê ku bi taybet li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê ew koçber werin bicihkirin.

Li gorî nirxandinan mebesta Tirkiyê ew e ku xetekê di navbera Kurdên Rojava û bakur de deyne û wan herêman bi erebên hawirde tije bike.

Piştevaniya veberhênanê ya kompaniyên navdewletî bo Rojavayê Kurdistanê, dibe ku rê li ber projeya bicihkirina penaberên Sûriyê ya Tirkiyê jî bigire ku dê ev jî bi demê re xwe nîşan bide.