image

PeyamaKurd - Hewldan û pêngavên vê dawiyê yên Tirkiyê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, ber bi nearamiyê ve dibin. Heger Amerîka polîtîkayeke rasteqîn nede ber xwe, wê gefên li ser hêzên Kurd hîn zêdetir bibin.

Piştî ku Tirkiyeyê têkiliyên xwe bi welatên Erebistana Siûdî û Îmaratê re ku ruxandina rejîma Esed dixwestin û vê paşiyê jî bi Şamê re pêwendîyên lihevkirinê dane destpêkirin re re baş kir, daxuyaniyên lihevkirina bi Şamê re hatin dayîn ku ev jî dihêle Amerîka li ser polîtîkayeke nû ya Sûriyê bifikire.

Pêwîste Washington, li beramber rakirina bandora Îranê li Sûriyê, dawî li dorpêçên ser Esed û gelê Sûriyê werîne.

Di demeke ku hin welatên herêmê bi rejîma Sûriyê re proseya normalbûnê dane destpêkirin de, hîn jî milîsên girêdayî Îranê êrîşan dibin ser hêzên Amerîkî û li aliyê din jî dewriyeyên Rûsyayê berdewam dikin ku ev jî berdewama xeteriyan e.

Li aliyê din hem ev pêşhatên dawî hem jî hemleyên Enqerê, herêmên di bin kontrola HSDê de ber bi nearamiyê ve dibe.

“Polîtîkayeke rasteqîn nebe wê gef mezintir bibin”

8 sal bi ser destwerdana yekem a Amerîka ya li ser Sûriyê de derbas bûn. Piştî bûyerên dawî yên siyasî û polîtîk, heger polîtîkayeke rasteqîn û tam neyê pêşxistin, wê gefên li hember Amerîkayê mezintir bibin.

Bi taybetî ji ber ku piraniya komên opozîsyona Sûriyê ji cîhadiyan pêk tên, êdî dema wê hatiye Amerîka dev ji fikrê guhertina rejîmê berde. Bi vî awayî dibe îstiqrara Sûriyê vegere û bandora Îranê ya li ser Sûriyê jî bi temamî bê rakirin.

‘Mebesta bingehîn a Tirkiyê li dijî HSDê avakirina koalîsyonekê ye’

Esad'la normalleşme süreci ABD’nin onayı olmadan gerçekleşiyor fakat bölge ülkelerinin Suriye'de söz sahibi olmadan yeni bir strateji oluşturmasına izin vermek ABD'nin çıkarına değil.

Proseya normalbûnê ya bi Esed re bêyî erêkirina Amerîkayê birêve diçe, danîna stratejiyeke nû li herêmê ya bêyî destûrdana Amerîkayê, ne di berjewendiya Washingtonê de ye.

Mebesta pêşîne ya Tirkiyê bi normalbûna bi rejîma Sûriyê re, avakirina koalîyonekê ya li dijî HSDê ye ku ji sisiyan yekê Sûriyê kontrol dike.

HSD jî bi destûrdana pêşveçûna milîsên Îranê ber bi rojhilat û Rojava re, hewl dide nakokiyên navbera Îran û Tirkiyê yên li herêmê zindî bihêle.

Ji bo ku hêzên Amerîkayê ji aliyê şervanên bi ser Rûsya û Îranê ve rastî êrîşan neyên, divê li gorî van rastiyan bi Şamê re lihevkirinek çêbibe û gavên başkirina jiyana gelê Sûriyê bên avêtin.

Xebata ligel welatên kendavê û ji bo pêşiya bandora Îranê ya li ser Şamê bê girtin, dibe ku ev dem dema niha ya herî guncaw e.

“Esed dîktatorek e, lê heta biryar bê dayîn wê li ser deshilatê be’

Li gorî nûçeya New York Timesê, rejîma Sûriyê ji Îranê daxwaz kiriye ku ‘Îsraîl êdî êrîşî ser erda wan dike’. Deshilata Şamê ya ji ber şer û dorpêçan lawaz bûye, ne xwediyê wan alavên bikare erda xwe û aboriya xwe kontrol bike ye.

Îhtimala Îrana xwediya çeka nukleerî, di hevkariya Ereb-Îsraîlê de serdemeke nû ya piştî tecrîda deh salan derxistiye holê ku bêdil bin jî neçar mane ji heq Esed derkevin.

Ji bo ku Esed ji piştevanên xwe re nîşan bide ku welatên Rojava ber bi nêzîkbûneke rastîn ve diçin, dibe ku jestên ji Yûnanistan û Kibrisê tên bikar bîne.

Belê Esed dîktator e, lê heta ku li Sûriyê kesek biryarê bide deshilatê jê bistîne, wê deshilatdar be.

Suriye halkının istikrara ve vatanlarında mülteci olarak değil onurlu bir şekilde yaşamasına ihtiyacı var. ABD'nin bu adımı hem ABD'nin bölgedeki çıkarları için hem de ülkenin ve bölgenin tekrar rayına oturması için bir fırsat olacaktır.

Pêdiviya Sûriyan pê heye ku ne wekî penaber bi awayekî bi rûmet û di rewşeke aram de, li welatê xwe bijîn.

Pêngaveke wiha ya Amerîkayê, wê hem ji bo berjewendiyên Amerîkayê hem jî ji bo ku seqamgerî li herêmê pêk were derfetekê bi xwe re bîne.


Real Clear Defence

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd