image

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di gotara xwe ya 77emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, li New Yorkê wêneyê Qasim Suleymanî nîşan da û xwest serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji ber dayîna fermana kuştina Suleymanî were dadgehkirin.

Reîsî dibêje, Trump îtiraf kiriye ku fermana kuştina Suleymanî daye û li ser kursiyê NY diyar dike, ew ê hewl bidin Trump li pêş dadgeheke dadwerane were dadgehkirin.

Îran dixwaze sûcên xwe veşêre!

Îran a ku wekî dewleteke paşverû li cîhanê tê naskirin û di dîroka xwe de xwedî gelek sûcên terorî ye, ji bo sûcên xwe veşêre li ser kursiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo kuştina fermandarekî xwe yê ketiye xwîna bi hezaran kesan banga edaletê dike.

Li aliyê din jî bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê kiryarên rejîma Îranê yên îdamkirin, hepskirin û kuştinên beleseb yên bi behaneyên pûç û vala berdewam dikin.

Herî dawî jî keça Kurd Jîna Emînî çima ku pora wê xuya kiriye ji aliyê polîsê Îranê ve hat qetilkirin.

Reîsî bi mijara Trump protestoyên dijî rejîmê bincil dike!

Li demeke ku kuştina keça Kurd karvedaneke mezin bi xwe re aniye û protestoyên li dijî kiryarên nemirovane yên rejîma Îranê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berfireh bûne, mijara dadgehkirina Trump anîn rojevê.

Reîsî li ser kursiyê NY bêyî ku behsa serhildanên navxwe bike, banga edaletê û dadgehkirina Trump dike û daxwazên rewa yên gelê Kurd û xelkê Îranê jî nedîtî dibîne û bincil dike.

Wê hesabê terorkirina rêberên Kurd kî ji Îranê bipirse?

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-İ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, 33 sal berê 13ê Tîrmeha 1989an, di dema hevdîtineke ligel rayedarên Îranê de, li paytexta Avusturya Vîyenayê bi bêbextî hatibû şehîd kirin.

Dîsa Dr. Sadiq Şerefkendî yê li şûna Dr. Qasimlo bûbû Sekreterê Giştî yê PDK-İ jî di êrîşeke ajanên Îranê de, 17ê Îlona 1992yan li Berlînê hatibû şehîd kirin.

Terorkirina rêberên siyasî yên Kurd tawana herî berçav a rejîma Îranê ye.

Lê belê Serokomarê Îranê bê şerm û fedî li ser kursiyê NY doza hesabpirsînê ji bo Qasim Suleymanî dike, lê ti welatekî endamê wê saziya navdewletî jî nabêje; “Rêberên Kurdan ên wekî Dr. Qasimlo bi bêbextî bi destê we hatin terorkirin û hesabê wê bidin!”.

Ti kes dengê Kurdan nabihîze…

Êdî rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku qaşo hemû netew û welatan li xwe digire, bûye rêxistineke bêkêr û xizmeta xelk û miletên bindest ên di bin zordariyê de dinalin nake.

Neteweyên Yekbûyî tenê bûye dengê welatên endam ku Kurd jî ji xwe tê de tune ne. Ev bêxwedîbûna Kurdan mixabin pêşiya hesabpirsînê digire û kes dengê wan nabihîze.