image

PeyamaKurd - Îro Roja Alaya Kurdistanê ye ku her sal 17ê meha 12 bi curbecur merasîm û çalakiyan tê pîrozkirin.

Piştî ku Parlamentoya Kurdistanê 17ê meha 12 a 1999an biryara Roja Ala Kurdistanê pesend kir, li Parlemantoya Kurdistanê roja 19ê Hezîrana 2004an bi biryara 48 û bi piraniya dengan roja 17ê Kanûnê wekî Roja Ala Kurdistanê hat diyarkirin û 17ê meha Kanûnê bi fermî wekî Roja Alaya Kurdistanê hat pejirandin. Li Başûrê Kurdistanê 17ê meha 12an wekî Roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê bi fermî tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê cara yekê sala 1945an li Komara Kurdistan li (Mahabad) hat hildan. Di wê roja pîroz de ala Kurdistanê li ser hemû cihên fermî yên bajarê Mahabadê, ku paytexta komara Kurdistanê bû hat dîtin.

Piştî avabûna rêvberiya Başûrê Kurdistanê û hilweşîna rejîma Sedam a Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê 17ê meha 12an ango bi yasayeke taybet ala Kurd wekî alayek fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê pejirand û ji wê rojê ve li ser hemû dam û dezgehên fermî û li qada navdewletî Ala Kurdistanê di hemû danûstandin û hevdîtinên payebilindên Kurdistanê de tê danîn.

Di vê roja taybet a Roja Ala Kurdistanê de, çalakî û merasîmên curbecur çêdibin û kuçe û kolan bi ala Kurdistanê tên xemilandin.

Hat ragihandin ku dê îro 17ê Kanûnê, li Parka Barzanî ya li Duhokê ji bo roja Ala Kurdistanê çalakiyêke pîrozkirinê were lidarxistin.