image

PeyamaKurd – Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê, metirsiya operasyonên Tirkiyê û rewşa dahatuya Kurdên Sûriyê derketibû pêş. Trump herî dawî ragihandibû ku erê ew dê vekişin, lê dixwazin Kurdan jî biparêzin û li ser dema vekişînê ti tarîxeke diyarkirî jî nehat dayîn.

Ji aliyê Tirkiyê ve hîn ti daxuyaniyeke zelal derbarê daxuyaniyên Amerîkayê yên dawî de nehatine ragihandin.

Analîst dibêjin, erê biryara vekişînê ya Trump a nişkave wekî rêvekirina ji operasyonên Tirkiyê bi ser YPGê de hat nirxandin, lê piştre Trump di polîtîkaya xwe de guherîn çêkir û li ser parastina Kurdan daxuyanî dan ku hîn Tirkiyê helwesta xwe zelal nekiriye.

Li gor nirxandinan daxuyaniyên Amerîkayê yên avakirina herêma tampon di navbera hêzên Tirk û Kurdan de, dibe ku di hevdîtina Şêwirmendê Asayîşa Amerîkayê John Bolton a Enqerê de were gotûbêjkirin.

Li gor gelek analîstan Erdogan dê li dijî herêma tampon raweste ku beriya niha bi çend salan ev pêşniyar ji aliyê wî ve li Amerîkayê hatibû kirin.

Fikrê ku ev helwesta nû ya rêveberiya Trump, piştî hevdîtina Senator Lindsay Graham derketiye pêş ji aliyê gelek pisporên siyasî ve nayê înkarkirin.

Herwiha operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî encex bi destûra Rûsyayê pêk were ku dê hevkariya wan vê yekê eşkere bike.

Wekî tê zanîn sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê piraniya erdên Sûriyê kontrol dike ku dema êrîşa Efrînê jî wan destûr dabû Tirkiyê.

Li gor nirxandinan dibe ku Erdogan ji bo qezenceke siyasî di hilbijartinên herêmî de bi dest bîne û krîza aboriya welatê xwe bi gel bide jibîrkirin, îhtimale operasyonê pêk bîne. 

PeyamaKurd