image

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê dubendî û nakokiyên navbera aliyên Kurdî tevî hemû hewldan û navbeynkariya Amerîka û welatên Rojavayî yên wekî Fransayê berdewam dikin. Mixabin danûstandinên ji bo yekrêziyê dihatin kirin, ligel hemû hewldanan jî nêzîkî salekê ye rawestiyane. Helbet şaşî û astengî ne tenê ji aliyekî ve ne, şaşiyên herdu aliyan nahêlin ku dîyaloga dest pê kiriye bi ser bikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê du aliyên sereke hene ku yek ji wan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya wê dike û di bin bandora siyaset û kiryarên PKKê de ye ku tam dema danûstandinên aliyên Kurdî li ber encameke baş û serkeftinê diçin, bi daxuyanî û kiryarên xwe dibe asteng jê re. Kiryara herî dawî jî bi îşkenceyê şehîdkirina endamê PDK-Sê Emîna Îsa ye.

Gelek caran ji aliyê PYDê ve kesên wekî Aldar Xelîl, dema danûstandin ber bi serketinê ve diçin bi daxuyaniyên ku bêhna dijminatiyê ji wan tê ji yekrêziya nav mala kurd re dibin asteng her çiqas bixwe jî di nav wan danûstandinan de cî digirin. Diyare ew jî ji hin navendan fermanê distînin û wan daxuyaniyan didin danûstandinên gihîştine rêkeftinê jî vedigerînin qonaxên destpêkê.

Di heman demê de, di nav ENKSê de jî hin kesayetên ku ji serkeftina danûstandinên kurdî re dibin asteng hene ku yek ji wan kesayetên derketiye pêş Ebdulhekîm Beşar e.

Beşar jî bi nêzîkbûna siyaseta Tirkiye ku dixwaze li ser Rojavayê Kurdistanê bisepîne tê naskirin.

Wekî tê zanîn bi pêşengiya Amerîkayê, partî û aliyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê ev nêzî du sal in danûstandinên yekrêziyê pêk tînin ku di qonaxên berê yên danûstandinan de rêkeftinên siyasî hatibûn kirin û tenê di warê leşkerî û birêvebirinê de hin mijarên teknîkî mabûn.

Demek dirêj çêbûye ku ew danûstandin rawestiyane û her du aliyên PYNK ango partiyên bi pêşengiya PYDê û ENKSê, ji bo bigihin qonaxa dawî ya lihevkirinê nacivin.

Herwiha di vê navberê de bi destê asayîşa Rojava bûyerên wekî girtina endam û rêveberên PDK-Sê berdewam dike. Dîsa kirinên wekî girtina ofîsa Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê Sêmalka bi ser şandên ENKSê de jî wekî duajoya siyaseta PKKê ya li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Herî dawî bi îşkenceya hovane şehîdkirina Emîn Îsa Emîn ku hem li nav raya giştî ya Kurd hem jî di qada navdewletî de bû cihê şermezariyê, vegera li hevdîtinên yekrêziyê careke din xist xeteriyê.

Asayîşa PYDê tevî hemû dîmen û beyanên malbatê bi îşkenceyê şehîdkirina Emîn Îsa înkar dike, lê bi van kiryaran nîşan dide ku ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê ji xeynî wan û xeta PKKê ti şirîkek ji wan re hebe.

Li aliyê din jî hemû hewldanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ku soz dane Amerîkiyan jî vala derdixin.

Lê belê ji aliyekî ve jî bi eşkere dilxwaziya xwe ya ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyê re gelek caran bi daxuyaniyên xwe tînin ziman ku wê rêyê jî niha nabînin.

Daxuyanî û kiryarên ji aliyê partiya deshilat a Rojavayê Kurdistanê PYDê têne kirin li gorî beyanên partiyên din ên kurdî gelek zêde ne û bi ti awayî hebûna muxalîfên li wan bîat nekirine, nayê qebûlkirin.

Dema em werin nav ENKSê kesayetekî bi navê Ebdulhekîm Beşar jî bi daxuyaniyên xwe ne kêmî serkirdeyê PYDê Aldar Xelîl ziyanê digihîne yekrêziya nav mala kurdan.

Beşar herî dawî di daxuyaniyeke xwe de, dagirkirina Efrînê ya bi destê Tirkiye û komên tundrew ji bîr dike yan jî naxwe bibîne û wiha dibêje, “Li Efrînê bi qasî ku dibêjin kuştin û girtin û talan çênebûye. Heta zirara ku HSDê daye herêmê ji ya dagirkeran zêdetir e.”

Ebdulhekîm Beşar, bêyî şopandina medya PYDê heger tenê li belge û raporên rêxistinên navdewletî jî binêre wê bi awayekî eşkere bibîne bê li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê çi hatiye serê kurdan û bê çawa jenosîdeke etnîkî ya guhertina demografîk hatiye pêkanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî di rapora xwe de diyar kiriye ku hêzên Tirkiyê û komên çekdar di nava sê salan de 300 hezar Kurd ji malên wan û ji Efrînê derxistine û di cihê wan de 400 hezar Ereb ji derve anîne û li Efrînê bi cih kirine. Zêdetirî heşt hezar welatiyên Kurd hatine revandin û pirên wan bê ser û şûn bûne û bi kêmî 650 sivîl jî hatine kuştin.

Tevî van rastiyên li ber çavan jî nabe ku Ebdulhekîm Beşar bi niyetpakî ew şîroveya xwe kiribe û diyare bi van daxuyaniyan, naxwaze dilê hevalbendên xwe yên tirk jî bihêle.

Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku her çiqas di nav rêveberiya Rojava de bi taybet û di nav aliyên ENKSê de, kurmên darê hebin jî rastiyeke ron heye; ew jî Kurd li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî ya sed salan carekê nakeve dest de derbas dibin û neçarin ji bo parastina statuya Rojavayê Kurdistanê û nasandina wê li qada navdewletî li hev bikin û wekî nimûneyeke demokrasiyê derkevin qada cîhanê.