image

PeyamaKurd – Rojnameya Erebistana Siûdî Okazê li ser plana Tirkiyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê raportek belav kir.

Rojnameyê bal kişand ser guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê û diyar kir, Tirkiye wekî Efrînê niha jî bi plan dike demografiya Serê Kaniyê û Girê Spî biguherîne.

‘Gelek armancên Tirkiyê yên guhertina demografîk hene’

Rojnameya Okaz a Siûdî li ser plana Erdogan ku bixwe çend roj berê ragihandiye ku wê milyonek penaberan li Serê Kaniyê û Girê Spî bicih bike dibêje; “Plana Erdogan a bicihkirina milyon kesî li Serê Kaniyê û Girê Spî, planeke ne ji rêzê ye û wê Erdogan bi vê planê re gelek armancan pêk bîne.

‘Tirkiye plana guhertina demografîk bi zanebûn dimeşîne’

Rojnameya Okaz rewşa Efrînê dide ber çavan û dide xuyakirin, mîna Efrînê, Tirkiye demografiya Serê Kanî û Girê Spî diguherîne û wiha tê gotin:

“Plana Tirkiye ya guhertina demografiya herêmên li Bakurê Sûrî bi zanebûn tê meşandin, mînaka wê jî Efrîn e. Tirkiye dixwaze jîngeheke nû li Bakurê Sûriyê ava bike, ew jî bi riya guhertina herêmê ji aliyê siyasî, civakî û dîrokî ve ye.”

‘Erdogan bi navê vegerandina penaberan pere ji Ewropayê dixwaze’

Li gorî Okazê dide zanîn, bi dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî derdora 500 hezar şêniyên resen koçber bûne û dewleta tirk li şûna wan kesên din bi cih kirine.

Herwiha dide xuyakirin ku armancên Erdogan ên li pey vê planê ew in ku bi vê yekê ji Ewropayê re dide xuyakirin ku ew penaberên Sûriyê vedigerîne warên wan û ji hêla aborî ve jî ji bo lêçûna li ser penaberan û avakirina herêmên nû daxwaza pere ji Ewropayê dike.

Ebdî ji bo plana Erdogan bang li Rûsya û Amerîkayê kiribû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrakratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî demek berê bal kişandibû ser plana Tirkiyê ya dagirkirina herêmên wan û gotibû, plana Erdogan a bicihkirina milyon kesî li Serê Kaniyê û Girê Spî planeke xeter e û banga rêgirtina guhertina demografîk li Rûsya û Amerîkayê kiribû û xwestibû erkên xwe bicih werînin.