image

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên Sûriyê, Rûsya di nav hewldanan de ye ku Îranê ji hin deverên Sûriyê yên milîsên xwe bicih kirine derxe ku ji hin komên Îranî hatiye xwestin çekên xwe teslîm bikin.

Li gorî çavkaniyên medya Erebî Rûsya hin firqeyên leşkerî yên girêdayî rejîmê belav dike û komên nû yên bi ser leşkeriya fermî ya Sûriyê de ava dike ku li gorî vê planê ji bilî xwe wê rê li ber destwerdanên welatên din ên wek Îranê bigire.

Rojnameya Şerq El-Ewsat daye xuyakirin: “Çareseriyên vê dawiyê pêk hatine ku xuya bû armancên wê yên kûr hene, di çarçoveya pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li parêzgeha Derayê de pêk hatine ku beriya 2 mehan li Dera El-Beled dest pê kir, piştre li gundewarên rojava, bakur û rojhilat jî pêk hat.”

Rojnameyê diyar kiriye, “Piştî wê yekê diyar e ku Rûsya dê siyaseta xwe li başûrê Sûriyê biguherîne da ku îstixbarata Sûriyê li wir serwer bike. Heta fermandarê lîwaya 8emîn û zilamê Rûsyayê yê yekemîn li Derayê nikarîbû xwe û endamên xwe dûrî rewşa nû ya li parêzgehê bixe.”

Li gorî zanyariyan bi destpêkirina çareserkirina aloziyan û pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li herêmên Derayê re ku di 2018an de jî bi navbeykariya Rûsyayê çareserî pêk hatibû, komên leşkerî yên girêdayî Firqeya 4an ku piraniya wan li gundewarên rojavayê Derayê belav dibûn, herwiha hin komên girêdayî Feyleqa 5an yên li rojhilatê Derayê ku piştgirî ji Himêmînê digirtin hatine belavkirin.

Herwiha Rûsyayê di çarçoveya rêkeftinên vê dawiyê de, ji hin kes û komên çekdar ên alîgirên Îranê ku li başûrê Sûriyê bicih bûne xwestiye çekên xwe radest bikin.

Li gorî çavkaniyan, piştî çareseriyên dawiyê, ji xelkê gundewarên rojavayê Derayê tê xwestin ku tevlî komên girêdayî elwehiya leşkerî ya hikumeta Şamê bibin û hin kom hene girêdana xwe bi Firqeya 4an re qut kirine û êdî tevlî ewlehiya leşkerî dibin û hin komên din li herêmê têne avakirin.

Berdevkê Kombûna Ehrar Horan Ebû Mehmûd El-Horanî gotiye, armanca jihevxistina komên Lîwaya 8an a Feyleqa 5an li rojhilatê Derayê û Firqeya 4an li rojavayê Derayê û ji nû ve avakirina komên girêdayî îstixbarata leşkerî, wekî planeke Rûsyayê tevî rejîma Sûriyê yan bi erêkirineke navneteweyî ye û armanc ew e ku ev çekdar li herêmên xwe bimînin û jê dernevekin, lê li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şer bikin û aliyê ku girêdayî wan bin jî di bin çavdêriya Rûsyayê de bin.

Tê gotin ku ev hewldan ji ber tirsa ku hin welatên hevalbendên rejîma Sûriyê ji bilî Rûsyayê bikevin herêmê û serweriya xwe lê ferz bikin pêk tên.