image

PeyamaKurd- Şerê ku ji meha Sibata 2022yan ve di navbera Ukrayna û Rûsyayê de rû dide, hindik maye bikeve meha xwe ya heştan. Di heyama vî şerî de, gelek bûyer û geşedanên nû çêbûn.

Bandora şerê Rûsya-Ukrayna ya li ser welatên Ewropî ji hêla siyasî, stratejîkî û aborî ve, herwiha bandor li ser jiyana mirovan jî kir. Ji Ukraynayê ber bi Ewropayê ve pêleke koçberiya nerêkûpêkî ya zêdetirî 5,5 milyon mirovan pêk hat. Ligel geşedana proseya beşdarbûna nav Yekîtiya Ewropa (YE) ya Ukraynayê, Fînlanda û Swêdê ragihandin ku ew dixwazin bibin endamên NATOyê. Tirkiye di navbera Kîev û Moskowê de rola navbeynkariyê girt ser xwe û li Stenbolê hevdîtin hatin kirin. Piştre jî korîdora zad vebû.

Di demeke ku ev geşedan pêk hatin de, şerê Rûsya-Ukrayna jî dewam dikir. Herî dawî jî Pûtîn seferberiya giştî ragihandibû.

Ka em xal bi xal binêrin bê di nav vê demê de çi bûye:


1. Ukrayna paşde gav navêt û serî rakir!

Bi ser destpêkirina dagirkeriya Rûsya ya Ukraynayê de, ev nêzî 8 meh derbas bûn. Şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di destpêka şer de, kêm kesan ev rewşa han pêşbînî dikir.

Beriya hewldana dagirkirinê, li gorî nirxandinên saziyên îstixbaratên welatên Rojavayî, dihat çaverêkirin ku wê Rûsya bilez bi ser bikeve. Lê belê li şûna vê Ukraynayê karî êrîşên ser paytext Kîevê bide rawestandin û berê Rûsyayê bide ser beşên rojhilatê welat.

2. Dîmena NATOya yekgirtî

Pûtîn berî hewldana dagirkirina Ukraynayê, NATOya ku ji zêdetirî 30 netewan pêk tê, wekî gefeke li dijî ewlehiya Rûsyayê rexne dikir, li aliyê din NATO jî piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê rûbirûyî gelek pirs û kêşeyan bûbû.

Vî şerî mebesteke nû xist destê NATOyê. Hişt ku hevpeymaniya NATO xercîneya berevaniyê zêde bike û welatên wekî Swêd û Fînlandayê jî bikevin nav lêgerîna endamtiya hevpeymaniyê. Yanî dîmena NATOya yekgirtî hat dayîn.

3. Aboriya Rûsyayê kete zorê

Li gorî rapora Financial Timesê, nîvê 640 milyar dolarê rezervê Rûsyayê hat cemidandin û dorpêçên welatên Rojavayî hişt ku Rûsya petrola xwe 20 dolaran kêmî bazara cîhanê bifiroşe.

Lê belê ligel vê jî Moskow hîn jî bi saya welatên wekî Hindistan, Çîn û Tirkiyê firotina petrolê didomîne û dahatê bi dest dixe.

Fonda Diravan a Navnetewî (IMF), pêşbînî dike ku di dahata milî ya Rûsyayê de ji sedî 6 kêmbûn çêbibe. Li aliyê din jî ev texmîna IMFê ji ya beriya niha %8,5 kêmtir e.

4. Welatên ku di navbera Rojava û Rûsyayê de mane

Şerê li Ukraynayê rû dide, her çiqab ziyaneke mezin gihandiye têkiliyên navbera Rûsya û welatên Ewropayê jî hê jî Çîn û gelek welatên din pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re didomînin.

Welatên Afrîkayê bêalîbûn hilbijart û welatên Amerîkaya Latîn, Asya û Rojhilata Navîn jî red kirin ku beşdarî dorpêçên ser Rûsyayê bibin.

5. Îtibara herdu lîderan çawa bû?

Herwiha vî şerî di raya giştî ya cîhanê de, qenc xirab bandor li ser îmaja herdu lîderên; Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelensky û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir.

Zelenskiy

Zelenskiyê stêrkê televizyonan ku berê ne xwedî ecibandin û piştevaniyeke zêde bû, niha bûye ‘qehremanekî şer’ ê ku lîderên welatên Rojavayî ji bo piştevaniya Ukraynayê razî dike.

Pûtîn

Her çiqas wekî stratejîstekî zîrek zirar daye îtibara xwe jî di rapirsiyeke meha gulanê hatiye encamdan de, hê jî xuya dike ku piraniya welatiyên Rûsyayê piştevaniyê didin kiryarên Pûtîn.

6. Nîşaneyên ku wê şer dirêj dom bike hene

Nîşaneyên ku wê ev şer gelekî dirêj dom bike hene. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, gelek caran dibêje; Pûtîn ji çareseriyeke gotûbêjkirî re amade ye, lê hîn nediyar e bê wê lihevkirineke pêkan çawa çêbibe.

Herwiha Ukrayna jî ti peymaneke ku erdên wê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin, di destê wê de bimînin qebûl nake.


Megan Duzor | VOA News

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd