image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku liv û tevgera hêzên asmanî yên Rûsyayê li herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên wekî Minbicê zêde bûye. Li gorî zanyariyan liv û tevgera hêzên Rûsî bi agahdarkirina HSDê pêk tê û Rûsya hewil dide sînorên beramber hêzên Tirkiyê xurt bike.

Li gorî Rojnameya Şarq el Ewsed çavkaniyên ji Rûsyayê ragihandine ku Rûsya hêzên leşkerî bi rê kirine Minbicê û di rojên dawiyê de tevgera balafirên xwe yên şer li ser Idlibê jî zêde kiriye.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê behsa tevgera hêzên xwe nekiriye, lê derdorên Rûsyayê diyar dikin ku Moskow dixwaze liv û tevgerê bişopîne û bergiriya pevçûnên nû bike.

Herwiha Rûsyayê hêzên xwe şandine herêmên Minbic û Eyn El-Ereb ku di bin desthilata HSDê û hêzên hikûmetê de ne li rojhilatê Helebê.

Li gorî daneyan bi dehan maşînên leşkerî yên Rûsyayê gihîştin herêmê da ku hebûna xwe li nêzî sînorên Tirkiyê bi hêz bikin.

Li gorî rojnameyê armanca Rûsyayê ew e ku hebûna rejîmê û Rûsyayê li herêmên nêzî hêzên Tirkiyê bi hêz bike, bi taybet piştî ku hate gotin Enqere dê li herêmê operasyoneke leşkerî pêk bîne.