image

PeyamaKurd – Rojnameya Şerqul Eswetê ragihand ku Rûsyayê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyê re, nexşerêyeke ji 10 xalan pêk tê pêşkeşî Kurdên Sûriyê kiriye ku tê de beşdarbûna Kurdan a nav komîteya destûrê û nûnertiya siyasî ya kurdan di hikûmeta Sûriyê de jî tê xwestin.

Li gorî rojnameyê Moskowê di civîna dawiya sala 2019an a li Qamişloyê de ku ji bo destpêkirin û serxistina danûstandinên ligel rejîmê û Kurdên Sûriyê hatiye kirin nexşerêyeke ji deh xalan pêk tê pêşkeşî kurdan kiriye.

Di nûçeya Şerqul Eswet a Siûdî de hatiye gotin ku şanda leşkerî ya rûsî 26ê Kanûna 2019an li Qamişlo bi rayedarên Kurd re hatiye cem hev û di wê civînê de ew 10 xal arasteyî wan hatine kirin daku danûstandinên ligel rejîmê bigihîjin encamê.

Xalên nexşerêya Rûsyayê bo danûstandinên rejîm û Kurdan wiha ne:

  • Beşdariya kurdan a nav xebatên komîteya destûra Sûriyê.
  • Nûnertiya partiyên kurdan di nav hikûmeta Sûriyê de.
  • Bicihkirina hêzên parastina sînorî yên rejîma Sûriyê heta deriyê Sêmalka ya sînorê Iraqê, Minbic û seranserê sînorên Tirkiyê.
  • Di navbera rêveberiya Şamê û Kurdan de avakirina komîteyên aborî û leşkerî.
  • Derxistina belgeyên fermî bo kurdan û ji bo xwendekarên kurd jî dayîna bawernameyên fermî.
  • Destpêkirina danûstandina Rêveberiya Xweser a Kurdan û hikûmeta Sûriyê.
  • Ji bo çavkaniyên enerjiyê yên bi taybet li bendava Firatê ya Tebqaya Reqayê û sûdegirtina wan sazkirina kordînasyonê.
  • Vekişîna artêşa Sûriyê ji dibistan û zanîngehên herêmên kurdan.
  • Vekirina rêya digihe sînorê Iraqê ya navbera Heleb û Elbukemalê.
  • Li rojavayê Firatê dabînkirina ewlekariya xalên kontrolê yên artêşa Sûriyê.

Li gorî rojnameyê heyeta rûsî pêşî 25ê Kanûnê bi rayedarên rejîma Sûriyê re hevdîtin kirine û piştre jî bi rayedarên PYDê re li Qamişlo civiyaye û ew xal pêşkeş kirine.

Herwiha tê gotin ku dê heyeta rûsî rojên pêşiya me piştî hevdîtinên ligel hemû aliyan, derbasî Şamê bibe û pêşniyarên bo danûstandinê pêşkeşî rêveberiya Esed bike.