image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê helwesta rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden a li hember rejîma Sûriyê ya Beşar Esed ku piştî 11 salên şerê navxweyî hê jî berdewam dike tê nîqaşkirin û Biden ji ber helwesta nerm a bo rêveberiya Esed tê rexnekirin.

Li gorî nirxandin û analîzên raya giştî ya Amerîkayê dorpêç û cezayên ser rejîma Sûriyê têr nakin û tê gotin, ji bilî tawanên şer ên rejîmê divê rê li ber karûbarên tarî û bazirganiya tilyakê ya rejîma Esed û hevkarên wê bê girtin ku rejîm qezenceke mezin a aborî bi dest dixe.

Rêveberiya Koşka Spî bi taybet li ser helwesta xwe ya demên dawî ya dijî rejîma Esed tê rexnekirin ku hin endamên kongreyê jî beşdarî vê nîqaşê bûne.

Senatorê Amerîkî yê Endamê Partiya Komarî li Kongreya Amerîkayê French Hill, rexneyên tund li siyaseta serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê krîza Sûriyê de digire û dibêje: 'Daxuyaniyên Koşka Spî yên derbarê Sûriyê û rejîma Esed de ji daxuyaniyên medyayî û yên li ser Twitterê derbas nake.'

French Hill daxwaz ji rêveberiya Bin kir ku stratejî û siyaseteke zelal û bihêz li hember serokê Sûriyê Beşar Esed di şerê li dijî bazirganiya hişbirê (madeyên tilyakê) de nîşan bide û dixwaze karê bazirganî wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya nîştimanî ya Amerîkayê bê pejirandin.

Wî endamê Kongreya Amerîkayê destnîşan kiriye ku ew ê di qanûna têkoşîna li dijî madeyên hişbir de israr bike ku ji budçeya Wezareta Berevaniyê ya sala 2022yan hatiye derxistin.

French Hill gotiye, "Ez dibînim ku em ê hîna nûçeyên derbarê pêwendiyên xirab ên rêveberiya Amerîkayê û Sûriyê de zêdetir bibihîzin."