image

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê bi fermana Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, roja 24ê Sibata 2022yan êrîşeke dagirkirinê ya berfireh li ser Ûkraynayê da destpêkirin.

Pûtîn wekî sedema vê êrîşê ji bilî nakokiyên navbera Rûsya û Ûkraynayê yên wekî naskirina herêmên Donetsk û Luhansk ên herêma Donbas a Ûkraynayê û pejirandina dagirkeriya li Qirimê, berfirehbûna hêzên NATO û welatên Ewropayê li sînorên xwe nîşan dide.

Rûsya ji serpêhatî û ezmûna Sûriyê sûdê distîne

Her çiqas sedemên şerê Ûkrayna û Sûriyê ji hev cuda bin jî diyare ku Rûsya ji serpêhatî û ezmûnên şerê navxwe yê Sûriyê ku destwerdana wê kiriye, sûdê distîne.

Rûsyayê wekî ku hêvî dikir nekarî di nav çend rojan de Ûkraynayê bi temamî dagir bike û daxwazên xwe pê bide qebûlkirin û rastî berxwedaneke tund a gelê Ûkraynayê hatiye ku ew berxwedan her diçe bi alîkariyên derve hîn xurtir dibe.

Ji ber van sedeman jî analîzên ser şerê Ûkrayna-Rûsyayê zêde dibin, bi taybet ên dezgehên medya welatên rojava yên derbarê mekanîzmaya danûstandina hêzên Rûsyayê bi Ûkraynayê re.

Rûsya dixwaze bi dorpêçkirinê Ûkraynayê neçarî teslîmbûnê bike

Gelek pispor destwerdana li ser Ûkraynayê bi destwerdana Rûsyayê ya li ser Çeçenistanê jî didin ber hev. Bi taybet jî ji aliyê dorpêçkirina bajaran û neçarkirina xwe radestkirinê de.

Hin siyasetmedarên rojavayî û yên leşkerî dibêjin, êrîşa li ser bajarê Kharkivê dubarekirina senaryoya li Groznî ya Çeçenistanê ye.

Rûsyayê di sala 1995an de Çeçenistan û di 2008an de Gurcistan bi lez dagir kiribû, lê rewşa li Ûkraynayê ji wan cuda ye.

Herwiha armanc û mekanîzmayên wî şerî jî cuda ne. Ango Rûsya ne tenê dixwaze armanceke taktîkî pêk bîne ku Ûkrayna neçarî aştiyê bike, lê belê armancên wê bi hevsengiya ewlehiyê ya Ewropayê û rol û cihê Rûsyayê di pergala pêwendiyên navneteweyî ya nû ve girêdayî ye.

Tevî destwerdanên derve yên Ûkraynayê xuya ye ku tecrubeya Sûriyê ya Rûsya li Ûkrayna jî derdikeve pêş.

Dibe ku ezmûna Sûriyê bandorê li şerê meydanî bike

Li aliyê din li gorî nirxandinanan Rûsyayê di şerê li Sûriyê de teknîka xwe ya leşkerî gelekî bi pêş xistiye. Ji ber wê asayî ye ku ezmûna Rûsyayê li Sûriyê bandorê li meydanên şer ên li Ûkraynayê bike.

Ev yek di bikaranîna çekên pêşketî de mîna helîkopteran, hedefgirtina xalên dûr bi rêya moşekan da ku bi hêsanî werin kontrolkirin, bikaranîna mekanîzmaya parçekirina herêman û armancan û tevlîkirina hevalbendên di şeran de da ku gelek herêmên li başûr û rojhilat kontrol bike û li aliyekî din artêş jî dest bi dorpêçkirina bajarên mezin bike.

Rûsya muzakereyan ji bo serkeftina xwe ya şer bi kar tîne

Li gorî analîzan Rûsyayê mijara danûstandinên bi Ûkraynayê re, veguherandiye nîqaşkirina pirsgirêkên mirovî ku korîdorên mirovî û yên ewle di dema şerê berdewam de bên vekirin.

Rûsya bi vê helwesta xwe ya maseya muzakereyan dixwaze tiştê ku li Sûriyê kiriye dubare bike û bi hêsankirina derxistina sivîlan û leşkeran bi hêsanî Ûkraynayê bixe bin kontrola xwe.

Berxwedana Ûkraynayê wê encama şer diyar bike

Lê belê di nav du hefteyên destpêkirina êrîşa Rûsyayê de, hevalbendên Ûkraynayê jî her çiqas asmanê wê negirtibin û bi balafiran piştgirî nedabin jî ji bo şerê rûbirû yê kolanan bi artêşa Rûsyayê re hejmarek zêde çek şandine û berdewam jî dikin.

Herwiha li gorî zanyariyên meydana şer jî li Ûkraynayê, Rûsya rastî berxwedaneke tund tê ku dibe nikaribe senaryoya xwe ya li Sûriyê bi hêsanî pêk bîne. Ev jî tê wê wateyê ku wê berxwedana li Ûkraynayê encama şer diyar bike.