image

PeyamaKurd - Rawengeha Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, bîlançoya şer û qurbaniyên şer di sala 2018an de li Sûriyê, ragihand.

Li gor rawengehê, di sala 2018an de 20 hezar kesan di şerê Sûriyê de can daye ku ev hejmar li gorî salên berê yên destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê kêmtir e.

SOHRê ragihand ku di sala 2018an de; 6 hezar û 349 sivîl, hezar û 437 zarok jî di nav de, bi tevahî 19 hezar û 666 kesan di şerê 2018an de can daye.

Berpirsê SOHRê Ramî Abdurrahman da xuyakirin ku ev hejmar ji salên berê kêmtir e û diyar kir, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike di sala 2018an de şerê dijî DAIŞê xurt kiriye.

Li gor raporta SOHRê ya 2017an, zêdetirî 33 hezar kesan di şer de can dabû û sala 2014an jî 76 hezar kesan di şer de can dabû.

Di raportê de tê destnîşankirin ku bûyera herî girîng a sala 2018an li Sûriyê, şerê dijwar ê HSDê yê li Dêrazorê bû ku bi piştgiriya hevpeymaniyê dijî DAIŞê pêk anî.