image

PeyamaKurd – Biryara piştevaniya hevdîtina ligel HDPê ya şanda AK Partiyê ya Serokê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, bo guhertina destûrê nîşaneya ‘stratejiyeke nû ya hilbijartinan’ e.

Gelek kes li bendê bûn bi axaftina vê hefteyê ya lîderê Tirk ê post-neteweperest Devlet Bahçelî ya parlamenê de, di îtifaqa AKP-MHPê de şikestinek çêbibe.

Sedema vê şikestinê jî wekî hevdîtina şanda AK Partiyê ya bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku piştevaniya Kurdan wergirtiye bû. Çimkî MHP û hevpeymana wê AKP, HDP bi piştevaniya terorê tawanbar dikin.

“Bahçelî piştgirî da hevdîtinên ligel HDPê”

Lê belê berevajî tişta dihat hêvîkirin, lîderê MHPê pişgirî da hevdîtinê derbarê guhertina destûrê de û got, “Ji bo xebata destûra bingehîn guftûgoyên ligel HDPê gaveke xwezayî ye”.

Hevdîtina şanda AK Partiyê ya bi seroktiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ku 2yê Mijdarê bi HDPê re pêk hat, ji bo gelek çavdêran surprîz bû.

Hikûmeta Tirkiyê salên dawî HDPê wekî baskê siyasî yê PKKê dibîne.

Herwiha HDP ya partiya sêyem a parlamentoyê aktora sereke ya dozên siyasî ye ku bi sedan endamên wê rûbirûyî menkirina ji siyasetê ne û doza girtina wê jî dewam dike. Bahçelî, kesê ku bi dengê herî bilind banga girtina wê dike ye.

AKPê li ser mijara laçika jinan (hîcab) hefteya borî bi HDPê û du partiyên din ên opozîsyonê re hevdîtin kirin.

‘Ji CHPê rexneya HDPê bo AK Partiyê”

Tifaqa AKP-MHPê niha wekî soza Erdogan daye, ne xwedî rêjeya dengên guhertina destûrê di parlamenê de derbas bike û bibe referandûmê ye.

Aliyê CHPê Bahçelî bi nêzîkbûna wî ya HDPê re, bi ‘nakokîya siyasî’ tawanbar kir. Lîderê MHPê û çend kesên nav AKPê, CHPê gelek caran bi piştevaniya HDPê û terorê tawanbar dikin.

Engîn Altayê CHPyî ev daxuyanî da: “Em vê her tim dibêjin: Rêxistina terorê cuda ye, partiya li parlamentoyê cuda ye. Dema li hesabê wan tê, dibêjin; ‘HDP jî wekî AKPê partiyeke legal e’. Dema li hesabê wan nayê jî dibêjin; HDP û PKK yek in. Ev nakokiya siyasî ye. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ê Tirkiyê ev e.”

“Kesên nav AK Partiyê jî şaş mane û lêpirsînê dikin!”

Kesên payebilind ên nav AKPê jî ji hevdîtina mijara gotinê, şaş mane û lêpirsînê dikin.

Endamê Rêveberiya Navendî yê AKPê Şamîl tayyar, di twîteke xwe de wiha dibêje: “Heger baskê siyasî yê PKKê be û partiyeke pêwîstî bi girtina wê hebe, em çima bi wan re li ser destûrê diaxivin?”

Di kulîsên siyasî de, tê gotin ku doza girtina HDPê heta hilbijartinan ango di demeke ku hevdîtin pê re hatiye kirin de, îhtimaleke biçûk e encam bide. Li aliyê din tê pêşbînîkirin ku hevdîtinên bi HDPê re bêne kirin, wê fişara li ser partiyê jî kêm bike.

“Guftûgoya Erdoan a bi Kurdan re mentiqî ye”

Heger di hilbijartinên Hezîrana bê yên parlamento û serokomariyê de, HDP piştevaniyê nede namzedê CHP û opozîsyonê, wê ev serkeftineke mezin be ji bo tifaqa AKP-MHPê.

Analîst di wê nêrînê de ne ku dibêjin, “Guftûgoya Erdogan a bi Kurdan re mentiqî ye”. Çimkî Kurd, “Heger di gera yekem de namzedê xwe derxin û di gera duyem de jî wan ji bo dengdanê razî bikin, ev dê ji bo Erdogan bibe sedema têkçûneke mezin.”


Anrew Wilks | Al Monitor

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd