image

PeyamaKurd - Balafirên Îsraîlê şeva Sêşemê li nêzîkî Şamê bi moşekan êrîşeke esmanî bi ser depoya çekan de pêk anîbûn. Hurgiliyên wê êrîşê derketin holê.

Li gor nirxandin û zanyariyên di medya cîhanî de belav bûne, derket holê ku armanca êrîşa Îsraîlê balafireke Îranê bû ku çek ji rejîma Esed û milîsên hizbûllahê re dibir. Herwiha endam û rêveberên hizbûllahê di armanca Îsraîlê de bûn.

Hat ragihandin ku balafira Îranê ya kompaniya QESHEM FARS AİR a cureya JUMBO Boing 747 ketiye ber şopa hêzên hewayî yên Îsraîlê û piştî barê xwe daniye balafirgeha Şamê vegeriyaye Tehranê.

Balafirên Îsraîlê jî di vê navberê de, êrîşeke hewayî bi ser depoya çek hatine danîn û endamên hizbûllahê yên hatine wan çekan bibin de pêk anî ku tê gotin, kuştî û birîndarên hizbûllahê jî çêbûne.

Herwiha Newsweek jî dide xuyakirin, armanca êrîşa Îsraîlê endam û rêveberên hizbûllahê bûn ku dixwestin bi balafira çek pê hatine vegerin Tehranê.