image

PeyamaKurd - Partiyên siyasî yên Tirkiyê xebatên xwe yên hilbijartinên herêmê yên 31ê Adara 2019an dane destpêkirin ku berbijêrên xwe diyar dikin.

Di hilbijartinên herêmî de AKP bi MHPê re, CHP jî bi IYI Partiyê re tifaqa xwe ragihand û berbijêrên xwe yên gelek bajarên Tirkiyê jî eşkere kirin. Lê HDP hîn jî ji xeynî berdevkê partiyê yê berê Ayhan Bilgen bo bajarê Qersê, ti berbijêrkî şaredariyan destnîşan nekiriye.

Civîna Rêveberiya Navendî ya HDPê 22yê Kanûnê dicive û çav lê re ye ji bo destnîşankirina berbijêrên şaredariyan nexşerêyek were diyarkirin.

Li gor nirxandinan û ji berbijêrtiya Ayhan Bilgen jî diyar dibe ku dê HDPê bi taybet ji bo bajarên Kurdan parlamentaran bike berbijêrên şaredariyan daku dema xebatên hilbijartinê bi zirxa parêzbendiyê werin parastin û neyên girtin û binçavkirin.

Gelek şaredariyên di destê HDPê de bûn niha ji aliyê qeyûmên tayînkirî yên hikûmetê ve têne birêvebirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heyamek berê dîsa gefa ku ew dê dubare qeyûman tayîn bikin xwaribû.

HDP dibêje, beriya xebatên hilbijartinan dest pê bikin, gelek kesên îhtimala ku bibin namzedên şaredariyan hatibûn binçavkirin û hê jî ew pêla binçavkirinan berdewam e.

Rêveberiya HDPê ji bo rê li ber vê yekê bigire jî difikire ku li bajarên Kurdan parlamentaran destnîşan bike û li bajarên Tirkiyê jî piştgiriyeke nepenî bide namzedên CHPê ku ti tifaqeke wan çênebûye.