image

PeyamaKurd - Kovara Brîtanî ya siyasî The Spectator ku geşedanên siyasî li asta cîhanê belav dike, derbarê rageşiya navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, analîzek weşand.

Gotinên Erdogan ên; ‘Dibe şevekê ji nişkave em bên’ di analîzê de hatiye bibîrxistin û hatiye diyarkirin, welatên Amerîka û Brîtanya ku di eniya dijî Rûsyayê de hevbeşê hevdu ne, wê hewl bidin şerekî muhtemel ên navbera Tirkiye û Yûnanistanê rû nede.

Herwiha kovara The Spectator îdia dike, “Rûdana şerê navbera Tirkiye-Yûnanistanê gelekî nêzîk e”.

"Herdu alî jî guh nadin bangên dîyalogê”

Analîza kovara heftane cî dide gotinên Erdogan ên; "Heger Yûnanistan zêdetir pêşde biçe wê bedelekî giran be. Dibe ku şevekê ji nişkave em bên” û tê destnîşankirin ku rageşî tenê bi gotinên Erdogan-Mîçotakîs nemaye û balafirên şer ên Tirk qada asmanî ya Yûnanistanê tacîz kirine.

Kovar dide zanîn ku Amerîka banga ‘çareseriya bi dîyalogê’ li herdu aliyan dike, lê herdu alî jî guh nadin wê bangê.

Hat diyarkirin, ji ber ku Erdogan dorpêçên ser Rûsyayê bicih nayîne, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, derz çêbûye.

Profesora Xebatên Avrasyayê Lisel Hintz di nirxandina xwe ya The Spectatorê de dibêje; “Hizra pevçûneke çekdarî ya navbera Tirkiye û Yûnanistanê pir dûr dixuyê. Herdu jî endamên NATO ne û Yûnanistan endama Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Xetên sor hene, lê gelek caran ew xet nebûna sedema şerekî.”

“Qeyraneke rastîn ne dûr e”

Hintz, dide xuyakirin ku rageşiya navbera Tirkiye-Yûnanistanê sûdê li rêjeya dengên Erdogan dike û wiha pê de diçe:

 “Dengên Erdogan ji ber xerabûna aboriya Tirkiyê kêm bûne û ew jî hewl dide ku bi rikebereke dîrokî re, pevçûnê sor bike û alîgirên xwe zêde bike. Ji ber van gotinên şerxwazî û rakirina balafirên şer ên tacîzkirinê, dibe ku qeza jî çêbibin û di navbera herdu welatan de, pêvçûneke nexwestî rû bide. Yanî rûdana qeyraneke rastîn ne dûrî îhtimalê ye.”

Li gorî kovarê, rageşiya navbera Atîna û Enqereyê di demeke ku Amerîka û Brîtanya eniyeke hevbeş û yekgirtî li dijî Rûsyayê pêk tînin çêdibe û ev jî ji bo NATOyê demeke herî xerab e.

Spectator herwiha di dawiyê de bibîr dixe ku li kuçeyên Stenbolê çalakiyên derketina ji NATOyê têne lidarxistin û Tirk difikirin; “Rojavayî Tirkiyeyeke lawaz û parçebûyî dixwazin bibînin”.