image

PeyamaKurd – Her Çiqas şirîkatiya Heşda Şeibî PKKê ji aliyê hin derdoran ve tê veşartin jî ev ne rewşeke veşarî ye ku bi awayekî eşkere hebûna xwe berdewam dike.

Hin derdor yan vê şirîkatiyê dizanin û wekî nîne nîşan didin, lê dîsa jî ne PKK ne jî milîsên Heşda Şeibî rastiya vê mijarê venaşêrin.

Yên ku wekî ti girêdaneke wan bi hev re nîne nîşan didin jî wekî qelemşorên dezenformasyonê yên xapandina ‘gelê Kurd’ derdikevin pêşberî me.

Çend roj berê toreke nêzîkî medyaya PKKê bi berpirsê Heşda Şeibî Seyîd Mehmûd re hevpeyvînek kiribû û di wê hevpeyvînê de jî wekî ku PDKê bi rêya zorê Şingal xistiye bin kontrola xwe û xelkê Şingalê jî ji vê rewşê aciz e dihat nîşandan.

Hûn dizanin yê ku vê dibêje jî berpirsê wê Heşdî Şeibî ya ku xwîna Kurdan rijandiye û niha jî hevpeymana PKKê ye.

Berpirsê Heşda Şeibî di hevpeyvînê de, gotinên dûrî aqilan li dijî PDKê dike û dibêje; “Dema DAIŞ kete tevgerê, ji xelkê re gotin; 'Em li vir in û hûn di ewlehiyê de ne’. Wê demê li Şingalê bi qasî 12 hezar hêzên wan hebûn, lê belê Şingal bi derfetên kêm ji aliyê xelkê deverê hat parastin. Heger hûn li rewşê binêrin, ji Şingalê vekişiyan. Li dijî DAIŞê şer nekirin. Xelk xistin bin pençeya wan. Piştî vê tabloyê ti kes baweriyê bi PDKê nayîne. Em wekî gel têra xwe dikin.”

“Divê di vê rewşê de gelê Kurd xwe rexne bike”

(Peyamnêrê qaşo kurd ê ku îftiraya reva ji Şingalê ya Pêşmerge kiribû, piştî bûyerê diyar bûye bê xulamê kî ye û li welatên erebî bi kîjan aliyan re danûstandinên wî hene. Kesê dizane ji xwe dizane.)

Serok Barzanî di şerê rizgarkirina Şingalê de, bi xwe fermandarî kiribû û li qada şer bû. Dîmen û vîdyoyên vê û yên şerê Pêşmerge jî hebûn.

Lê belê îftiraya, ‘Pêşmerge reviya’ û wekî laqirdî pêşkeşkirina vê bi rastî jî karekî dûrî aqilan e. Yên ku ev gotin avêtin holê niha bi Heşda Şeibîya ku ferqa wê û DAIŞê ji hev nîne re hevaltiyê dikin. Û bi berpirsên wê koma milîs re, dijberiya PDKê û Pêşmerge dixin mijara xwe ya nîqaşê ku bedelên mezin ji bo gelê Kurd dane.

“Gelo li gorî wan rêxistinan çima rêkeftina Şingalê çareseriyê nayîne?”

Divê li ser vê mijarê gelê Kurd xwe rexne bike. Heşda Şeibîya ku xwîna me dirijîne û hema bêje mehê 3-4 caran êrîşî Hewlêrê dikin û gefê li Kurdan dixwin, çawa dibe dikare derheqê têkoşîna Kurdan û Şingalê de şîroveyan bike?

Berpirsê Heşda Şeibî Seyîd Mehmud dibêje, rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatiye îmze kirin, ne çareserî ye. Hûn dizanin bê ji bo çi vê dibêje?

Çunkî

"Pêymana Şingalê eşkere û zelal e, ji yek beşê pêk tê û beralîkirina wê nayê qebûlkirin. Yanî bicihanîna rêkeftinê qonax bi qonax e û girêdayî hev e. Di rêkeftinê de gelek mijar hene: îdarekirin, ewlehî, avadankirin û mijara derxistina hêzên biyanî yên ji Şingalê di bin sernavê ewlehiyê de cî digire.”

Li gorî qanaxa destpê ya benda ewlehiyê, wê Şingal ji aliyê polîsê herêmê, yekîneya ewlehiya netewî û îstixbaratê ve were parastin. Herwiha di rêkeftinê de hatiye gotin ku wê hemû hêzên çekdarên li Şingalê bo derveyî bajêr bêne derxistin. Ev yek jî eşkere û zelal e. Yanî wê PKK ne tenê ji navenda Şingalê ji tevahiya Şingalê bê dûrxistin.

 “Xelkê Şingalê dixwaze rêkeftin were bicihkirin”

Xelkê Şingalê li hember rêkeftinê ti berteka nerazîbûnê nîşan nedaye. Lê PKK û medya wê 20-30 kesan li hev kom dike û bi belavkirina dîmenên qaşo nerazîbûna xelkê Şingalê aloziyan derdixe û yanî karta xwe ya her car dîsa leyîstin û xwestin bêjin, xelkê Şingalê PDKê naxwaze û jê nerazî ye.

Piştî ku ew lîstika wan jî bi ser neket, vê carê bi ser gotinên berpirsê Heşda Şeibî de ku şirîkatiya xwe vedişêrin, dijberiya PDKê ya bo Şingalê dan destpêkirin.

Di vê rewşê de divê ji PKKê û medya wê bê pirsîn:

Gelo piştî êrîşa DAIŞê çiqas ji xelkê Şingalê vegeriyaye warê xwe ku xwepêşandanên ‘Em PDKê naxwazin’ li dar dixin û bertekê nîşan didin?

Madem hûn dibêjin, îdareya PKK û Heşda Şeibî ya li Şingalê ku bêyî îradeya Şingaliyan hatiye sepandin ew qas saxlem e, ji bo çi hê jî li Duhok, Şêxan û deverên din ên Herêma Kurdistanê bêhtirî 300 hezar xelkê Şingalê dimîne?

Tenê di nav 6 salên dawî de li kampên Kurdistanê 25 hezar zarokên Êzidiyên Şingalê ji dayik bûne û hê jî li wan kampan dijîn.

Êdî eşkere ye ku lîstikên dikin bi ser nakevin. Gelê Kurd jî hay ji gelek tiştan heye û xwediyê wê hişmendiyê ye ku kî ji bo wan têkoşînê dide. Ev lîstokên beravajîkirina rastiyan, dûr yan nêzîk wê her vala derkevin.