image

PeyamaKurd – Rojanemaya Îngilîz Timesê di gotareke xwe de li ser hevpeymanî û hevkariya Amerîkayê ya bi YPGê nirxandiye û tê de destnîşan kiriye, li Rojhilata Navîn tifaqa herî xerîb ya Amerîka û YPGê ye.

Li gor nûçeya ser malpera Timesê, analîzeke peyamnêrê Rojhilata Navîn ê rojnameyê Richard Spencer bi navê "Qedera şervanên Kurd, hevpeymanên NATOyê parçe dike” hatiye weşandin.

Di nivîsê de YPG wekî peyrewa PKKê ya xwedî îdeolojiya Marksîst tê pênasekirin û li ser helwesta Tirkiyê tê gotin, di rastiyê de ferqa PKK û YPGê nîne û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dijberiya xwe ya bo YPGê de mafdar e, lewra Amerîka bixwe PKKê wekî terorîst pênase kiriye.

Spencer di beşeke din a nivîsa xwe de dibêje, danûstandina PKK-YPGê ya li Sûriyê sala 2014an bi bombardimana Kobaniyê ya dijî DAIŞê dest pê kiriye û ev jî wekî ‘Dijminê dijiminê min dostê min e’ tê şîrovekirin ku Tirkiye ji vê nêzîkatiya Amerîkayê gelekî hêrs bûye.

 Di berdewamê de Spencer balê dikişîne ser biryara vekişîna ji Sûriyê ya Trump û diyar dike, “Ev tê wateya terka YPGê. Ji ber vê jî lîderên YPGê ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin, ji bo rêkeftinê bikin bilez çûn Şamê.”