image

PeyamaKurd - Kovara Jacobin a Amerîkî li ser daxuyaniyên operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip bilêv dike û bêdengiya NATOyê analîzeke balkêş belav kir.

Di analîza ku bi sernivîsa; “Şerê Tirkiyê yên dijî Kurdan, êrîşkariya NATOyê derdixe holê” hatiye weşandin de, tê gotin ku dibe hikûmeta AKPê ji ber encamên rapirsînan ku bipaş ketiye serweta xwe bi operasyonekê rizgar bike.

‘AK Partî hewl dide serweta xwe bi şerekî din ê leşkerî rizgar bike’

Di nivîsê de li ser mijarê ev şîrove-nirxandin hatiye kirin: “Ji bo Tirkiyê operasyon bi siyaseta navxweyî gelekî girêdayî ye. Di hemû rapirsînên bo hilbijartinên ku tê plankirin di Hezîrana 20223yan de werin kirin, tê dîtin ku AKP bi awayekî berçav paş ketiye.

Dibe ku AK Partî hewl dide serweta xwe bi şerekî din ê leşkerî rizgar bike. Lewra şer beşek mezin ji nifûsa Tirkiyê li pişt hikûmet û artêşê kom dike û bêkarî û hejariyê jî bi awayekî demkî dide jibîrkirin.”

Analîza Kovara Jacobin a PeyamaKurd wergerandiye wiha ye:

“Şerê li Rojava ji xwe bi mehan e dewam dike”

Erdogan, berî niha niyeta xwe ya dagirkirina erdeke heta 30 km kûrahiya sînoran (Rojava) eşkere kiribû.

Her çiqas erda kurdan zêde bala raya giştî nakişîne jî di rastiyê de bi hefteyan e ku şer dewam dike. 17ê Nîsanê artêşa Tirk êrîşek li nav Herêma Kurdistanê devera Zapê da destpêkirin.

Ev destwerdana erda Herêma Kurdistanê ya binpêkirina hiqûqa navdewletî, lutkeya yekem bû. Ji wê demê ve, gelek gund û deverên sivîlan ên çiyayî yên Herêma Kurdistanê bû qada şer û pevçûnên xwînî.

Li Rojava jî bi mehan e li dijî xelkê sivîl û rêveberiya xweser şer didome. Erdogan heta niha bêyî ti astengiyekê ev polîtîkaya xwe şer domand.

Lê belê rexneyên bo Tirkiyê ku ji sala 1952yan ve endama NATOyê ye kêm man. Li şûna wê Erdogan, ji bo şerê Ukraynayê li ser erda Tirkiyê, bi Rûsya û Ukraynayê re xwe wekî navbeynkar pêşkeş kir û bandora xwe ya bazariyê xwest nîşan bide.

“Niha li hember NATOyê roleke din dilîze”

Erdogan niha bi astengkirina endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê roleke din dilîze. Li gorî AKPê ew herdu welat piştevaniya terorîstan dikin û wan vedihewînin. Yên ku Erdogan wan wekî terorîst nîşan dide, ew kurdên li Swêd û Fînlandê xwedî mafên azadiya xwebirêxistinkirinê ne.

Lê belê Tirkiyê siyasetmedarên Kurd ên wekî siyasetmedara ji Rojhilatê Kurdistanê ya parlamentera Swêd Amîne Kakabaveh wek hedef nîşan da.

Di demên dawî de, heta daxwaza radestkirina wê parlamentarê ji aliyê Balyozê Tirk ê Swêd ve hat kirin û piştre ew mijar wekî şaşfahmkirinekê hat sererastkirin.

“Hewl didin bi xeyalên ku Tirkiyê bikin hêzeke herêmî kurdan bikar bînin”

Erdogan heyamên berê, penaber ji bo qezenca siyasî bikar anîn. Li beramber tawîzên siyasî yên hikûmetê welatên Ewropayê, astengkirina şandina penaberan bo Yekîtiya Ewropayê qebûl kiribû.

Niha jî ji bo xeyalên ku Tirkiyê bikin hêzeke herêmî ya super, hewl didin kurdan bikar bînin. Ev jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku pirsgirêka Kurd pirseke navnetewî ye.

Tirkiyê niha bi awayekî demkî berfirehbûna NATOyê daye rawestandin, li aliyê din jî dibin rexne û gefên derxistina Tirkiyê ji nav hevpeymana NATOyê de dimîne.

“Mijara Rojava ji nêzîk ve girêdayî siyaseta navxwe ya Tirkiyê ye”

Ji bo Tirkiyê operasyona ser Rojavayê Kurdistanê, ji nêzîk ve girêdayî siyase navxwe ye. Li gorî rapirsînên raya giştî di hilbijartinên 2023yan de, di AKPê de paşketineke girîng xuya dike.

AK Partî dibe ku hewl dide bi şer û pevçûneke din a leşkerî serweta xwe rizgar bike. Lewra şer beşek mezin ji nifûsa Tirkiyê li pişt hikûmet û artêşê kom dike û her çiqas demkî be jî bêkarî û hejariyê dide jibîrkirin.

Erdogan di serê meha Gulanê de, planek ragihandibû û gotibû, ew dê qonax bi qonax li hin herêmên diyarkirî yên Rojava, ji bo penaberên Sûriyê niştîngehan ava bikin û milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê jî li wan deveran bicih bikin.

Nûnerê Berlînê yê Rêveberiya Xweser Xalid Derwîş di hevpeyvîna ku daye rojnameya Alman Tagesspiegel de, gotiye: “Xweçemandina li ber Erdogan, wê xebatên me yên li Sûriyê têk bide.”