image

PeyamaKurd - Rojnameya Washington Post a Amerîkî bi zarê berpirsên rojavayî ragihand ku Washington û hevalbendên wê xwe ji bo hikûmeta Ûkrayna ya li sirgûnê û berxwedaneke demdirêj amade dikin.

Washington Postê diyar kiriye, civîneke ji bo gotûbêjkirina planên berfireh ên ji bo amadekirina berxwedaneke demdirêj a li Ûkraynayê hatiye kirin û hatiye gotin, “Rayedarên rojavayî dudil bûn ji ber ku operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ûkraynayê, serkeftina Rûsyayê nîşan dide.”

Li gorî berpirsan, gava yekem ji bo hevalbendên Ûkraynayê ew e ku alîkariya damezrandin û piştgirîya hukûmeteke Ûkraynayê ya li sirgûnê bikin û ew piştevaniya şerê gerîla li dijî hêzên Rûsî bikin.

Rojnameyê daye xuyakirin, berpirsên Amerîkî bawer dikin ku çekên ku Washington ji artêşa Ûkraynayê re peyda dike, dê ji bo serkeftina serhildana Ûkrayniyan li dijî Rûsyayê girîng be.

Rayedaran destnîşan kiriye; “Eger Amerîka û hevalbendên wê piştgirî bidin serhildanekê li dijî Rûsyayê, serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky dê bibe hêza wê ya navendî, ji ber ku ew Ûkrayniyan seferber dike da ku li hember dijberê xwe yê Rûs bisekinin.”

Ev nûçeyê di roja 11emîn a êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de hatiye belavkirin ku ji 24ê Sibatê ve Rûsyayê êrîşeke dagirkirinê ya berfireh li ser Ûkraynayê daye destpêkirin û ji niha ve bi hezaran qurbaniyên şer û bi milyonan koçber çêbûne.