image

PeyamaKurd – Di demeke ku hîn danûstandinên fermî yên bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê dest pê nekirine de, nîqaşên li ser serokwezîrê hikûmeta nû ya Iraqê berdewam dikim.

Kutleya herî mezin a parlementoya Iraqê ku di encama hilbijartinên 10ê Cotmehê de 78 kursî bi dest xistine Tevgera Sedir a şîe ye ku Muqteda Sedir rêbertiya wê dike û li gorî yasayan mafê wê ye ji bo avakirina hikûmeta nû danûstandinan bi aliyên siyasî yên din re bide destpêkirin.

Muqteda Sedir, piştî bi fermî ragihandina encamên hilbijartinan da xuyakirin ku ew dê ji bo hikûmeteke giştgir a piraniya aliyên siyasî li xwe bigire bixebitin, lê heta niha li ser navê serokê kabîneya nû ti daxuyanî nehatine dayîn.

Herî dawî rojnameya El-Ereb bi zarê çavkaniyên siyasî yên Iraqê ragihandiye ku aliyên siyasî yên Iraqê dibêjin, 'êdî rê li pêşiya serokwezîrê berê Mistefa El-Kazimî vekiriye ku careke din bibe serokwezîr.'

Heman aliyên siyasî destnîşan kirine ku Muqteda El-Sadir, El-Kazimî wek kesayetekî herî guncaw ji bo birêvebirina hikumeta “piraniya nîştimanî” dibîne ku hewl dide bi her du blokên sunî û kurd re ava bike.

Dîsa li gorî zanyariyan Îran jî ti îtîrazê li navê Kazimî nake û li gorî wan ji nû ve hatina ser posta serokwezîriyê ya Kazimî xeteriyê li ser berjewendiyên Îranê çênake.

Li aliyê din bloka şîe ya ji encamên hilbijartinan nerazî ye jî heye ku heta niha danûstandineke fermî ji bo hikûmetê bi wan re nehatiye destpêkirin.

Lê belê di nirxandinên pisporên siyasî yên Iraqê de derdikeve pêş ku heger kutleya herî mezin ya Iraqê Tevgera Sedir bi sunî û kurdan re li hev bike hikûmeta nû ya Iraqê dikare careke din bi seroktiya Mistefa Kazimî were damezrandin.

Aliyên Kurdistanê jî ji Mistefa Kazimî razî ne ku di heyama wî de di pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê de pêşveçûn çêbûne, lewra jî tê çaverêkirin Kurd piştevaniya serdema nû ya serokwezîrtiya Mistefa Kazimî jî bikin.