image

PeyamaKurd - Ji ber piştevaniya Amerîka ya bo hin komên li Sûriyê, Tirkiye rexneyên tund li hevpeymana xwe ya NATOyê digire. Teqîna ku li Stenbolê çêbûye, dibe ku car din daxwaza Tirkiyê ya operasyoneke leşkerî bi ser Sûriyê de derxe holê.

‘Salên 2015 û 2017 hat bibîrxistin’

Êrîşa bombeyî ya li Stenbolê, teqînên navbera salên 2015-2017an ku li gelek bajaran rû dabûn bibîr xist.

Ev êrîş hem hesta ewlehiyê ya welatiyan têk da hem jî wisa dixuye ku wê Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de derbasî qonaxeke nû bike.

Di encama teqîna bombeya TNT de 6 kesan can da û gelek kes birîndar bûn. Hêzên ewlekariya Tirkiyê jineke Sûriyeyî ku bi teqandina bombeyê tê tawanbarkirin girt.

Rayedarên Tirk ragihandin ku jina ku hatiye girtin ew teqîn li ser navê PKKê pêk aniye. Lê rayedarên PKKê û çavkaniyên wan ragihandin ku ti pêwendiyeke wan bi wê êrîşê re nîne û ew êrîşên ser sivîlan napejirînin.

Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji operasyonên Tirkiyê yên ser Iraq û Sûriyê bi ser PKKê de bi serbilindî behs dike û xelkê Tirk jî li ser dijatiya PKKê yekdeng e û piştevaniya operasyonan dike.

Hilbijartinên beriya niha operasyonên Sûriyeyê hatibûn kirin û ji piştevaniya dengên netewperest wergirtibû. Lê belê deshilatiya Erdogan a zêdetirî bîst salan, dibe ku vê hilbijartinê de ezmûneke cidî bide. Çimkî ji ber polîtîkayên aboriyê enflasyon gihiştiye lutkeyê û partiya deshilatdar jî hay ji vê rewşê heye.

Rageşiya Tirkiye-PKKê?

PKK ji sala 1984an ve, li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) ji bo avakirina dewleteke Kurdî û pêkanîna mafên Kurdan di çarçoveya destûreke demokratîk a Tirkiyê de, têkoşînê dide. Lê belê PKK ji aliyê Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêxistineke terorî tê qebûlkirin.

Di sala 2015an de, pêvajoyeke bi navê çareserî yan aştiyê di navbera PKK-Tirkiyê de pêk hat, lê ji ber êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê bi ser bajaran de, ew pêvajo bi ser neket.

Piştre jî di navbera hêzên Tirkiyeyê û şervanên PKKê de, li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê şer û pevçûn dest pê kirin û herêm bû qada şer.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi awayekî kevneşopî gelekî bilez PKKê ji êrîşên ser artêşa Tirk û polîsan berpirs digire.

PKKê êrîş negirt ser xwe

Tirkiye dibêje ku li pişt êrîşa Stenbolê PKK heye, lê PKK bi daxuyaniya ku daye radigihîne ku ew sivîlan hedef nagirin û wan ti êrîşek nekiriye.

Tirkiyeyê yekem operasyona xwe a derveyî sînor, sala 2016an li Sûriyeyê bi hinceta paqijkirina çekdarên DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştevaniya wê dike, da destpêkirin.

Tirkiye dibêje ku HSD baskekî PKKê ye û HSD jî hêza serekî ya hêzên Amerîkayê yên dijî DAIŞê şer dikin e.

‘Tirkiye piştevaniya Amerîkayê qebûl nake’

Tevî girêdana bi PKKê re, piştevaniya ku Amerîka dide komên çekdar, Tirkiyeya endama NATOyê hêrs kiriye.

Hin milîsên hevpeymanên Tirkiyeyê yên li Sûriyê, piştî operasyonên hevbeş HSD ji hin herêman derxistin û kontrol kirin.

Tirkiye halêhazir bi rêkûpêkî hêzên HSDê topbaran dike.

Herwiha Enqere, ji bo tunekirina kampên PKKê deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê jî bombardiman dike.

Tirkiyeyê di destpêka mehên havînê de, ragihand ku ew dê li hember hebûna HSDê bêdeng nemînin û êrîşeke nû ya ser Sûriyeyê bidin destpêkirin û hewldanên xwe yên avakirina hêremeke tampon a kûrahiya 30 kîlomtreyan bidomînin.

Ji ber HSDê pêwendiyên welatên Rojava û Tirkiyeyê nebaş in

Têkiliyên Washington û Tirkiyeyê nebaş in. Yek ji sedema herî girîng jî berdewamkirina piştevaniya Amerîkayê bo HSDê ye li Sûriyê.

Tirkiye dibêje ku hin çekên ji aliyê Amerîka û welatên Rojava ve bo HSDê hatine dabînkirin, li ser erda wan têne bikaranîn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, peyama serxweşiyê ya Amerîkayê derbarê êrîşa roja Yekşema borî de red kir.

Tirkiyeyê herwiha ji ber sedema ku pêwendiyên wan ên baş bi komên Kurd re hene, astengî ji endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandayê re derxist. Erdogan herdu welaên Îskandinav bi çavgirtina ji terorê re tawanbar kir û piştre jî di meha Hezîranê de rêkeftinek bi wan re îmze kir.

Herdu welatan jî dane xuyakirin ku ew dê mijara radestkirina kesên Tirkiye wan wekî terorîst dibîne binirxînin û ambargoya firotina çekan a sala 2019an ji ber operasyona ser HSDê danîbûn ser Tirkiyeyê jî rakirin.

Êrîşa bombeyî ya roja Yekşemê li Stenbolê, dibe ku daxwaza Tirkiyê ya bo operasyoneke nû ya leşkerî li ser Sûriyeyê bivejîne.

Pêdivîya vê jî bi destûra Amerîka û Rûsyayê ya qismî heye ku dibe Tirkiye vê mijarê careke din bîne rojevê.


Daily Mail | 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd