image

PeyamaKurd  - Di gotareke di rojnameya amerîkî Amerikan Wall Street Journal (WSJ) de hatiye gotin ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad ji bo li desthilatê bimîne xelkê zirareke mezin dîtiye, “Ji bo vê daxwaza Esadî xelkê Sûriyê bedeleke giran da.”

Raja Evdirehîm di wê rojnameyê da bi navê “Esad an jî em dê agir berdin vî welatî” gotarek belav kir û polîtîkayên Esadî raxist ser maseyê.

15ê adara 2011an dema çalakvan derketin kolanan, rejîma Esad ji dêvla herêmê aram bike polîtîkayên rijd pejirandin, “Esad ji dêvla vê rejîma Esad zext û guşar hilbijart, çalakvan weke ‘terorîst’ pênase kir û hişt ku ew çalakvan berxwedaneke çekdarî hilbijêrin.”

‘Sûrîyeyan bedeleke giran dan’

Di wê gotarê de hatiye destnîşan kirin ku di şerê navxweyî yên 8 salên dawîn da nîv milyon welatî canê xwe ji dest daye, mirov li qetên xirbe yên avahiyên rûxiyayî dijîn, zarok diçin dibistanên bê dergeh û bê pencere û 11 milyon welatî koçber bûn, “Ji bo ku Esad li desthilatê bimîne xelkê Sûriyê bedelekên gelek giran dan.”

Di heman gotarê da herwiha hatiye, rejîma Esadî zirar daye bermahîyên dîrokî yên li Heleb û deverên din.

Di gotarê da herwisa cih daye nêrînên Rêvebirê Maseya Sûriyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Frederic Hof, “Esad bi tenê dikaribû van çalakîyan weke têkşîna çekdarî û mezhebî dikaribû li ber xwe bide û li ser nigan bimîne.”