image

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê ku gelê Kurd bi hejarî û fişarên rejîma Îranê re rûbirû ye, di mijara pêşîgirtina belavbûn û metirsiya vîrusa koronayê de bi hevkariya xwe helwesteke ji hemû beşên Kurdistanê re bibe mînak hat nîşan dan.

Wekî tê zanîn li Rojhilatê Kurdistanê hem sîstema tenduristiyê hem jî xizmetên din gelekî kêm in ku em wê yekê di karesatên wekî erdhej û bobelatên siruştî de jî dibînin.

Lê belê di rûbirûbûna koronayê de dewlemend û xelkên hejarên Rojhilatê Kurdistanê bûne yek û bi avakirina komîteyên bajar û taxan serkeftineke bêmînak li hemberê belavbûna vîrusa koronayê nîşan dan.

Pergala sazîyên sivîl, rêxistin û partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde ji aliyê beşên din ên Kurdistanê ve nayê zanîn yan jî têne piştguhkirin, lê belê di pandemiya koronayê de derket holê ku ji Kirmanşanê, heta Îlam, Sine û Mehabadê bi avakirina komîteyên gel hem ji bo tedbîrên koronayê hem jî ji bo rûbirûbûna wê xebateke bêhempa hatiye kirin.

Kesên ku hal û wextê wan baş e ango piçek dewlemend in ji aliyê madî ve alîkarî dan wan komîteyên ku hejmara wan digihîje sedan. Xelkê hejar û dilsozên gelê xwe jî bi beşdarîkirina wan komîteyan û xebatên bo wergirtina tedbîran têkoşîneke hêja dan.

“Nêzî 50 milyon dolar hate komkirin”

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê ji PeyamaKurd re hatine, dewlemendên Kurd nêzî 50 milyon dolar alîkarî ji bo rûbirûbûna pandemiya koronayê bexş kirine ku ji bo tedbîran û avakirina nexweşxane û alavên tenduristiyê hatiye xerckirin.

Li gorî zanyariyan bi wan bexşan nexweşxaneyên seyar hatine avakirin, bi sedan tupên oksîjenê hatine kirîn û li nexweşxaneyan hatine dabeşkirin.

Herwiha komîteyên gel ên li bajar û navçeyan hatine avakirin jî tax bi tax, kuçe bi kuçe û mal bi mal geriyane agahdarî û tedbîrên xweparastina ji koronayê bi gel dane xuyakirin.

Dîsa wan komîteyan dest bi kontrolkirina gund û taxan kirine ku ji ber wê dsîplîna wan rejîma Îranê û pasdaran jî nekariya destwerdana vê xizmeta wan bikin.

“Rojhilatê Kurdistanê ji herêmên din ên Îranê re jî bû mînak”

Tedbîrên ku ji aliyê gel ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine standin, ji bo herêmên din ên Îranê jî bûne mînak ku wan nekariya karekî wiha serkeftî di rûbirûbûna nexweşiya Covid-19 de bikin.

Li tevahiya Îranê mizgeft bi fermî hatine vekirin, lê li Rojhilatê Kurdistanê piranî hîn nehatine vekirin bi sedema berdewama metirsiya koronayê.

Ev xebat û pêşhatên hêja yên li Rojhilatê Kurdistanê bêyî ti alîkariyeke hikûmet derve û hikûmetan hatine kirin ku cihê serbilindiyê ne.

Wekî heyama referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê, ev hevkarî û hestiyariya Kurdbûnê ya li Rojhilatê Kurdistanê radixe pêş çavan ku Kurd bi nirx û miletê xwe ve girêdayî ne.

“Ji Rojhilat bo dewlendên Kurdên parçeyên din helwesteke mînak”

Tevî hejarî û krîza aborî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku li ti parçeyên din ên Kurdistanê ne di wê astê de ye, Kurdistanê di mijara nexweşiya koronayê de seferber bûne û tevî hemû aliyan dest dane hevdu.

Wekî tê zanîn li Başûrê Kurdistanê jî Hikûmeta Kurdistanê ji bo alîkariya rûbirûbûna koronayê kampanya dabû destpêkirin ku Serokwezîr Mesrur Barzanî berî her kesî mûçe û dahatên xwe bexşandibû.

Li Başûr ligel ku bi dehan milyarder û milyonerên dewlemend hene jî li gorî Rojhilatê Kurdistanê ji bo hevkarî û rûbirûbûna nexweşiya koronayê gelekî kêm pere hatibû komkirin ku ev jî cihê şermê ye bo wan sermayedaran.