image

PeyamaKurd – Koma Hevahengîya Birêveberina Yasayê ku ji 30 welatên cîhanê pêk tê, di nehmîn civîna xwe de, kiryarên terorîstî yên koma Hizbulaha Lubnanê şermezar kir ku Îran piştevaniya wê komê dike.

Di 9emîn civîna ku berpirisên Wezaretên Amerîkayê yên weke Wezareta Derve, Wezareta Dadwerî, Wezareta Xezîneyê û nûnerên Lêkolîna Federal a Amerîkayê ya FBI û îdareya Berevenîkirina li hemberî madeyên hişber jî beşdarî kirin de, çalakiyên terorîstî û nerewa yên Hizbulahê hatin şermezar kirin.

Herwiha planên berdewam yên Hizbulaha Lubnanê yên mîna kirîna çek û teqemenî û bernameyên malî li seranserê cîhanê û çawaniya pêşîgritina çalakiyên wan li seranserê cîhanê hat gotûbêjkirin.

Civîna Koma Hevahengîya Birêveberina Yasayê bi beşdariya 30 welatên Ewropa, Amerîkaya Bakur û Başûr, Amerîkaya Navendî, Herêmên pehnaviya Aram, Hindistan û Afrîkayê hate lidarxistin.