image

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser êrîşên Rusyayê yên li dijî santrala nukleerî ya Zaporijyayê, daxuyaniyeke bi piştgiriya 42 welatan da. Di daxuyaniyê de bang li Rusyayê hat kirin ku xwe ji wê herêma nukleerî vekişînin.

Di daxuyaniya ku bi piştgiriya wan welatan hat dayîn de hat xwestin ku Rusya hêzên xwe ji Zaporijyayê vekişîne û Rusya dest ji vî şerê xwe yê bêsedem û neheq berde. Bi berdewamî hat diyarkirin ku şerê ji aliyê Rusyayê ve tê meşandin, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Tirkiyeyê jî piştgirî daye

Hat zanîn ku di nav welatên piştgiriya xwe ragihandine de Amerîka, Tirkiye, Koreya Başûr, Kanada û yên din hene. Di daxuyaniyê de hat gotin ku

“Ji bo ku meqamên Ukraynayê, bikaribin berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî yên hatine qebûlkirin, bicih bînin; em bang li Federasyona Rusyayê dikin ku demildest hêzên xwe ji santrala nukleerî ya Zaporijyayê vekişîne. Lewra xebatkarên rewa, dikarin erka xwe bêyî destwerdana derveyî û gefan bi cih bînin.”

Her wiha bi rêya vê daxuyaniyê, piştgiriya ji bo Rêvebirê Saziya Navnetewî ya Enerjîya  Atomî (IAEA) Rafael Grossi jî hat dubarekirin da ku şandeke teknîkî bişîne herêmê û xebata qadê bimeşîne.