image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Hiseyin Emir Abdullahiyan ragihand ku ji bo peymanekî baş çêbikin, eger pêwist be dikarin bi Amerîka re rasterast hevdîtin bikin. Niha biryarekî weha tine lê ji bo peymanekî baş çêbibe, dikarin hevdîtin bikin.

Abdullahiyan daxwuyaniya xwe li Tehranê di civîna ‘Îran û welatên Cîran’ de da. Abdullahiyan weha got:

“Niha civînên li Viyanayê di asta  pirspor, mudir û cîgirên wezîran de dewam dikin. Hêvî dikim ku heya derbasî pratîkê bibe, ne hewce be di asteka bilindtir de hevdîtin çêbibin. Eger em ji hevdîtinên Viyana encam bistînin em ê bi xelkê re parve bikin. Amerîka her wext dixwaze bi me re rasterast hevdîtinan bike. Lê me hêj biraya xwe nedaye.”