image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de bi hevtayê xwe yê Erebîstana Siûdî Feysel bin Ferhan re bicivin.

Li gorî nûçeya ajansa Tesnîmê ya Îranê, Abdullahiyan li paytext Tehranê di civîneke çapemeniyê de li ser rêkeftina bi Erebîstana Siûdî re agahî dan.

Hat diyarkirin ku Abdullahiyan bal kişand ser wê yekê ku ev peyman dê aştiyê li herêmê pêk bîne û diyar kir ku ew ê bi hevtayê xwe yê Erebîstana Siûdî Bin Ferhan re bicivin, lê dîrokek diyar nekir.

Wezîrê Îranê got jî ku di danûstendinên ku ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera welatê wî û Behreynê de tên kirin de pêşketin çêbûne.

Têkiliyên Îran û Erebîstana Siûdî

Di 2yê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de melayê şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi sûcdariya "terorîzmê" hatibûn darvekirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê yên ku bertek nîşanî vê yekê dabûn, Balyozxaneya Erebîstana Siûdî ya li Tehranê û avahiyên konsolosxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranê ve hatibûn şewitandin.