image

PeyamaKurd – Piştî agirbesa di navbera hukumeta Yemenê û Hûsiyan de qediya, şerê navbera wan destpêkir û bi zêdebarî dewam dike. Erebistana Si’ûdiyê û Îmarat destekê didin hukumata Yemenê û Îran destekê didin Hûsiyan.

Şerê navbera her dû terena zêdetir li bajarên Dali û Taîzê dewam dike. Li gor ragihandina cîgirê berdevkê artêşa Yemenê yê li Taîzê amirliwa Abdulbasit el-Bahr ji bo çapemeniyê, Hûsiyan li gelek deveran bi topan, sîlihên orte û giran, bi hawanan li hedefên artêşê xistiye.

Bahr, ragihandiye ku li Taîzê Hûsî xwestine bikevin hinek deveran lê artêşa Yemenê wan paşde dahf daye û wendayiyên Hûsiyan gelek çêbûne.

Li aliyê dinê endamê konseya serokatiya Yemenê ku Erebistan destekê dide wan Abdullah el-Alimi, li ser têkçûna dirêjkirina agirbesa li Yemenê ji bo ajansa fermî ya Yemenê şiroveyan kir. Li gor ragihandina Alimi; Hûsiyan agirbesê weka derfetekî ji xwe re dîtiye û şerê di navbera wan de weka şerê siyasî qebûl dikin. Alimi weha got:

“Hûsiyên derbekar berjewendiyên Îranê xistin pêşiya berjewendiyên xelkê Yemenê.”

Şerê navbera hukumeta Yemenê û Hûsiyan ji sala 2014an heya niha dewam dike. 6 mehe ku agirbesa navbera hukumetê û Hûsiyan dewam dikir lê di 2 yê cohmeha 2022an de bi dawî bû.