
PeyamaKurd – Serokê giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoğlu di nav rojê de bi serokkomarê berê Abdullah Gül re hevdîtinekî dirêj kir û got ku di gelek mijaran de hemfikrin. Ahmet Davutoğlu tevlî bernama Habertürkê bû û pirsên rojnamevanan bersivand. Davutoğlu weha got:
“Em li ser rewşa demên dawiyê ku di dewletê de çawa tahrîbatan çêkirine, deskeftiyên ku niha ji dest diçin, feqîrî û endîşeyên di derbarê mafên demokratîk de axifîn. Li Tirkiyê krîza aborî û demokrasiyê heye. Ji ber di zêhna siyasî de arîşe hene, em bi krîzê re rû bir û ne. Hêzên biyanî an tiştên weka wan bahanene û dixwazin ser krîzê pûş bikin. Ji bo çareseriyê divê mirov di warê ekonomî û siyasetê de tevbigere.”