image

PeyamaKurd - Hêjamara Tirên balhilgir ên ku alîkariyan digihînin Xezzeyê ji 200 tiran derbas bûye.  

Peymana agirbestê yê di navbera Îsraîl û Hamasê de, di demjimêr 7:00ê 24'ê Mijdarê de destpê kiribû û li gor wê peymanê dê agirbest 4 roj berdewam bike. 

piştî wê peymanê li gel bihevguhastina dîlgirtiyan, rê hatibû dayîn ku alîkariyên mirovî jî ji bo Xezzeyê bên şiyandin. 

Piştî 7'ê Cotmehê yekem car alîkarî gihiştin Xezzeyê. Hatiye ragihandin ku Tirên alîkariyê ku di deriyê Refah a li Sînorê Misirê derbas bûne, ji 200 tiran derbas bûne. 

Rayedarên Îsraîlî ragihandine ku ji bo bakûrê xezzeyê jî alîkarî diçin û heta niha 61 tirên alîkariyê derbasî bakûrê Xezzeyê bûne.