image

PeyamaKurd - Hikûmeta Almanyayê xwest ku Yekîtiya Ewropa ji ber bêdengkirina xwepêşandanan û bikaranîna tundiyê, Îranê ceza bike.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, îro 29ê Îlonê da xuyakirin, Berlîn ji Yekîtiya Ewropayê daxwaza cezakirina Tehranê dike.

Annalena Baerbock got ku Îran bi awayekî gelek tund bersiva xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî (Mahsa Amini) dide û divê bê cezakirin.

Baerbock li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em li nav Yekîtiya Ewropayê hemû hewlên xwe didin, da ku siza bi ser wan de bisepînin, ku heta mirinê li jinên Îranê didin û xwepêşanderan bi navê olê, bêdeng dikin.”