image

PeyamaKurd – Li Almanya bi sedema barîna berfa zêde gihandina rêyên bejayiyê û rêyên hesin hatin girtin. Bi sedema barîna berfê, pêşbirka fûtbolê ya Bayern Munih - Union Berlinê betal kirin.

Li eyaleta Bavyerayê di temamê şevê de berf bariya û bi hezarî rêwî li termînalan perîşan bûn. Şîrketa rêyên hesin Deutsche Bahn di daxwuyaniya xwe de got ku bi sedema berfê temamên seferan betal kirine.Trên nikaribûn herin heya navenda Munihê.

Li Munih û eyaleta Baden-Württembergê rêwî şeva xwe di trênê de derbas kirin. Li balafirgeha Munihê gelek seferên balafiran betal kirin.

Seferên ji bo balafirgeha Munihê û yên ji balafirgehê dê bihatina kirin bi balafirgehên din, heya seet 06.00ê bi wextê Almanya hatin betal kirin.