PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku Denmark û Holland dê pêşengiya perwerdehiya F-16an a ji bo Ukraynayê bikin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, piştî civîna Koma Têkiliya Berevaniyê ya Ukraynayê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin bi Serfermandarê Amerîkayê General Mark Milley re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hat diyarkirin ku Austin bal kişand ku di hevdîtinê de li ser hin kêmasiyên xeternak ên derfetên artêşa Ukraynayê axivîn û got,
"Pêdiviya herî lezgîn a Ukraynayê, hêza parastina asîmanî ya li bejahiyê ye. Ev Koma Têkiliyê, ji bo parastina qada asîmanî ya Ukraynayê dê bi xurtî bixebite."
Austin, diyar kir ku mijara perwerdekirina balafirên şer ên F-16 a ji bo pîlotên Ukraynayê jî hatiye axaftin û got ku Holland û Denmark dê pêşengiya Hevpeymaniya Ewropayê ya ji bo perwerdehiya ku dê di hefteyên pêş de dest pê bike, bikin.
Wezîrî Amerîkayê da zanîn ku ew ê bernameyeke perwerdeyê pêş bixin û got ku "Nêrwec, Belçîka, Portekîz û Polonyayê, ji bo perwerdehiyê pêşniyaz kirin. Em li bendê ne ku zêdetir welat beşdarî vê pêngava girîng bibin."