image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon bo Ankarayê ragihand ku Tirkiye bi awayeka fermî ji bernameya hilberîna balafirên nûjen F-35 an hatiye derxistin. Rêvebirekî Pentagonê babetê bo AA yê ragihandiye lê di derbarê awayê ragihandinê de ti agahî nedaye.

Rêvebirê Pentagonê ragihandiye ku îmza hilberîna hevpar ya F-35 an di sala 2006 an de hatiye vekirin û di 21.01.2007an de zebta lihevkirinê ya hevpar hatiye betalkirin û di metna lihevkirinê de Tirkiyê tevî metnê nekirine.

Rêvebir ragihandiye ku lihevkirina sala 2006 an wê bi 8 ortaxan dewam bike û hevkarekî nû nexistine nav metna xwe.

Tirkiye weka hevkarê hilberîner yê F-35 an tevlî bernamê bû û piştî krîza S-400 an têkiliyên bi Tirkiyê re hat rawestandin. Di nava hevkaran de Tirkiye, Amerîka, Îngîltere, Îtalya, Hollanda, Awûstralya, Danîmarka, Kanada û Norweç hebûn.