
PeyamaKurd – Amerîka ji bo gelek kes û şîrketên ji welatên cuda, ji bo dorpêça ser Rûsyayê îhlal kirine, dorpêçên nûh danî ser wan. Di nav şîrketan de 2 şîrketên Tirkiyê hene ku alavan difroşe Îranê û Îran wan alavan ji bo çêkirina balafirên bê mirov (İHA) bikartîne.
Rojên berê jî wezareta darayî ya Amerîkayê beşa OFACê dorpêçan danîbû ser 5 şîrketên ku navenda wan Tirkiye ye û kesekî Tirk jî xistibû nav lîsta reş.
Şîrketên ku Amerîka dorpêçan danîye ser wan yên ku koka wan Îran, Çîn, Hong Kong û Îmarat e. Li gor ragihandina DWyê: ji Tirkiyê şîrketên bi navên Dal Enerji Madencilik Turizm Sanayi ve Ticaret Anonim Şirketi û Anka Port İç ve Dış Ticaret İnşaat Lojistik Sanayi Limited Şirketi hene û ji bo wan Amerîka weha got:
“İHA yên malê Îranê, alavên bingehîn yên ku Rûsya li Ûkraynayê bikartîne. Van balafiran hemwelatiyên Ûkraynayê ditirsînin û bi wan li avahiyên bingehîn dixin. Amerîka bi hevkar û ortaxên xwe re di nav şêwrê de, kesên ku destekê didin amadekirina balafirên bê mirov yên Îranê, nûnerên wan yên Rojhilata Navîn û hevkarên wan yên din berpirs digre û wê weha dewam bike.”