
PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand ku dewletê dorpêçê daniye ser berpirsê grûba Wagnerê yê li welatê Maliyê ku Wagner bi pera xizmetê dike û şîrketa Rûsyaye. Berpirsê li Maliyê yê Wagnerê Ivan Alexander Maslov ji bo şerê li Ûkraynayê dixebite da techîzatan bidest bixe û lewra Amerîka astengê daniye pêşiya wî.
Dorpêça Amerîkayê ji aliyê wezareta xezînê ya Amerîkayê de hat dayîn. Berpirsê Wagnerê yê Maliyê Maslov, di operasyonên bi dizî yên ku li Maliyê û welatên din yên Afrîkayê de dike, ji bo di şerê Ûkrayna de bikarbîne muhîmmatan bidest dixe û di ser Maliyê de dişîne Rûsyayê.
Di mehên rabirdû de Amerîka Wagnerê bi rêxistinekî dersînor yê sûc binav kiribû û serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin û hinbek rêvebirên di asta bilind de xistibû nav lîsta reş.